Romana Silêman Demir a nû: KASSANDRA

Meha sibata 2010ê romaneke Silêman Demir a nû Kassandra di nav weşanên Avesta de li Stenbolê derket. Romanê, mijara xwe ji Ilyada û mîtolojiya yûnanî wergirtiye. Mijar, ji evîna xweda Apollon û dotmîra Troya Kassandra, revandina Helena Spehî ji bajarê Sparta ji bal Parîsê lawê qralê Troya Prîamos ve û şerê ku li ser wê derket pêk tê, bi egîdiya Hektor û Akhûlleus dom dike û germ dibe. Berhem, bi hiner û evînên xwedayên Olympos, bi çîrok û serpêhatiyên wan, gotin û spehîbûna wan, bi dîmenên xwezayê û gerdûnê tê xemilandin û vegotin. Her wilo berhem dide xuyakirin ku xweda, bi xwestinên xwe yên evînî diçûn serdana mirovan û diketin himbêza wan, diçûn û ew ji ber kirinên wan ên rûmetdar û biserketinên wan xelat dikirin. Gava şer li binya dîwarê bajarê Troya germ dibe, dengê şingîna şûran û riman, şîîna hespan û qîrînên egîtan di berhemê de bilind dibe. Lê berhem, ji şer bêtir, hêza evînê, spehîbûna xwezayê, gerdûnê û xwedan derdixe pêş. Berhem, mezinbûna Zeus û spehîbûna koşka wî, wilo dide naskirin:
Apollon … “bi ezmên de firiya û çû serê çiyayê Olympos. Koşka xwedan a navdar, a ku jê re Olympê dihat gotin, li wir bû. Ew koşka zêrînî, di nav mij û morana zîvînî de, her demê li wir wek êgir diçirisî. Keskesor carê diçû di ser wê re radiwestiya û jê re dibû taceke xwedayî. Xweda zanin û guwah in bê ew rengê wê yê agirîn, rengê mijê yê zîvînî û keskesor çiqasî li hev dihatin, bes tenê yên ku dîtin, wê yekê dizanin.
Lê dîsa jî, gava ku Zeus derdiket ser dika wê koşka zêrînî, ew yek û koşk, herî spehî bûn. Wî çaxî, heger roj bûya, mijê û ewran xwe didan alî, rê didan tîrêjên Helîosê spehî da ku dora wî bike ronahî. Keskesor diçû li pêşberî wî radiwestiya. Gul bi lez vedibûn, bêhn didan û bayê hênik jê re radibû. Bazên li ser milên wî, kevokên ku diçûn û jê re li ser wê dika ku raserî dinyayê tevî bû dans dikirin, didan xatirê wî.
Heger şev bûya, îcarê hîvê dora wî dikir ronahî, stêrik bi xar ji ezmên dadiketin û di ser koşka zêrînî re kevanekî wek keskesorê ava dikirin û radiwestiyan. Rêzeke din li dora hîvê dibûn mircan û morî. Wan çaxan, erd û ezman herdu şa dibûn û xwedayên din li ku bûna, dev ji karên xwe berdidan û diman li bendî ferman û xwestinên Zeusê mezin. Wî jî hêvî û bawerî dida wan ku ew gelekî mezin e, ew dikare hemû tiştan bike û hemû tiştên ku dibin jî rawestîne. Her wilo dida zanîn ku darê wî ji erdê û ezmên re daniye, di karîn û zanîna wî de ye, wê tu caran xerab nebe, wê nebe kaos.
Ne gelek mirovan ew wirşe, ew mezinbûn, ew rûmet, ew payedarî, ew bedewî û ew spehîbûn bi çavan dîtin. Lê yên ku dîtin, ji ber tirsa dîtina wê spehîbûnê, a wê wirşe û payedariyê, şaş bûn, hiş û aqilê xwe berdan, nema lebitîn û peyivîn, di cîhên xwe de hişk bûn, bûn wek dar û keviran. Ew, incex bi destûr, alîkarî û dilovaniya xwedan dîsa li xwe vegeriyan.”
EuroKurd News – eurokurd.net

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: