Hevpeyvîn

Nêçîrvan Barzanî mohendisê avakirna Kurdistana modern e

Di rapirsînekê de Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê berê yê hikûmeta herêma Kurdistanê weke baştirîn kastiyê Îraqê  ku piştevaniya sporê kiriye hat hilbijartin û xelat kirin. Ji bo nirxandina vê bûyerê rojevakurd ev pirsa li jêr ji Taha Berwarî wezîrê spor û gêncan yê berê kir. Pirs û bersivê li jêr bixwînin:

Rojevakurd: Hilbijartina Nêçîrvan Barzanî weke baştirîn piştevanê sporê li Îraqê li ser esasê wê yekê ye ku di dema serokatiya hikûmeta herêma Kurdistanê de wî berdewam giringyek taybet bi warê sporê û avakirina jêrxaniyê sporê li herêma Kurdistanê û Îraqê dikir û alîkariya taximên sporê  yên Kurdistanê û Îraqê dikir.

Kek Taha cenabê we wezîrê Werzij û Lawan bû di kabîna pêncê ya Hukumeta Kurdistanê de, wek tê zanîn ji berî we tu wezaretek ya werzij û lawan nebû. Lêpirsînekî de serokwezîrê Kurdistanê yê kabîna hûn jî tê de wezîr bûn, birêz Nêçîrvan Barzanî, li hemû Iraqê baştirîn kesayetê ku piştevanîyê li sporê dike hat hilbijartin.

Gelo di vî warî de hûn dikarin nirxandinekî bikin û hestên xwe ji bo me bêjin?

 

Taha Berwarî: Pir spas ji bo vê pirsê.

 

Sporê li Kurdistanê bi piştevanya rêzdar Nêçîrvan Barzanî gavêt  pir mezin havêtine. Ez xweşhalim ku ev kar û xebat ji bal aliyên din jî ve têne nirexandin û ez, bi vê helkeftinê, pîrozbahîyên xwe arastey rêzdar Nêçîrvan Barzanî dikem. Çerxê serokhikumetiya birêz Neçîrvan Barzanî  zêrîne. Ew ne tenê di warê sporê de, belkî di gelek waran de pêngavên stratîjîk havêtine û lewma ew bi mohendisê avakirna Kurdistana modern dihête naskirin.

 

Bi piştevanya kek Nêçîrvanî,  di demê birêvebirina wezareta werziş û lawan de  me, di danîna bingehek baş bo sporê gavên pir mezin û xort havêtin. Ji wan karan hinek evin:

 

  1. Danîna nexşerêyek bo spora Kurdsitanê
  2. Danîna bingehek baş  bo infristruktur an jî jêrxanê werzişî bi bihayê 50 milyon dolaran. Ev piroje  di warê cêbicêkirnê de ne û dê guhartinek berbiçav li Kurdsitanê çêken.
  3. Piştevanya me jo bo pêwendiyên Federalî û di gel diasporayê de. Wek Viva World Cup, konferansa Cardiff ya navneteweyî ya werzişî û konfiransa Hewlêrê ya navneteweyî ku serokê herêmê cenabê serok Barzanî bi xwe ew konferens vekir.
  4. Giringîdanek taybet ji bo spora Jinan.
  5. Gringîdanek bi spora xwedî pêtviyên taybet.
  6. Arîkariyek mehane ji bo klubên (Yane)  Kurdsitanê ko bikaribin di vê merheleyê de rolek baş hebît di avakirna civatek paş şer de.
  7. Giringîdanek bi peywendiyên sporî li gel deverên din yên Iraqê.
  8. Giringîdan bi medya sporê.
  9. Arîkarîkirna  yarîzanan bo beşdarî di yariyên herêmî de.
  10. Piştigiryeka baş a yana Hewlêr ko şampyona Iraqê bûye bo demê 3 sala ye.
  11. Arîkariyek taybet bo sporê li Kerkukê û deverên din.

Giringiya vê xelatê ewe ku li ser astê Iraqê ev kare hatiye kirin û dengvedana piştgîrya wî , bone beşekên din ji dastana serkeftina  çerxa rêzdar Nêchîrvan Barzanî.

 

Hîvîdarim ew bingehê sporê yê kek Nêçirvanî danayî berdewam bêt û navê Kurdistanê di warê sporê de roj bi roj bilindtir bibît.

 

Back to top button