Polîtîk

Tu hêzên biyanî ji bo parastina hilbijartina nehatîne Kurdistanê

Serokê komîteya bala ya parastina emiyeta hilbijartinan di preskonferensekê de li ofîsa Hwelêrê a komsyona bala a serbixwe a hilbijartinan, behsa rewşa emnî û pilana parastina hiklbijartinan li herêma Kurdistanê kir.

Kerîm Şingarî wezîrê navxwe yê hikûmeta herêma Kurdistanê û serokê komîteya bala a parastina emniyeta hilbijartinan di preskonferensê de got:

          Komîteya bala a parastina emniyeta hilbijartinan li ser daxaza serokê herêma Kurdistanê dest bi karên xwe kirye.  Komte ji wezîrê navxwe, waliyên her sê wîlayetên Kurdistanê, rêveberê giştî yê polîsan, rêveberê asayîşê. Rêveberê trafîkê, nûnerê komsyona bala a hilbijartinan a serbixwe û nûnerên aliyêb siyasî ku di hilbijartinan de beşdarin pêktê. Karê serke yê komîteyê parastina emniyeta hevwelatiyan û parastina emniyeta kampaniyaya hilbijartinan ye. Em bi yek çavî li hemû qewareyên siyasî dinêrin. Parastina emiyet û azadiya hemû aliyan ji  bo me wek hev e.

Li dor rewşa bajarê Silêmaniyê jî Kerîm Şingarî got:

          Em bi biryarên komsyona bala a hilbijartinan a serbixwe ve pabdnein. Nabe piştî saet nehê şevê kampaniyaya hilbijartina li Silêmaniyê bê kirin. Ew aliyên vê biryarê binpê bikin li gor qanûnê dê bên ceza kirin.

          Li ser meseleya wan her du kesên li Silêmaiyê hatîne kuştin jî, dadgehê lêkolîn lid or bûyerê destpêkirine û her aliyê tawanbar be, dadga li gor qanûnê dê lêpirsînê pê re bike.

Li dor pilana emnî jî Şingarî got:

          Me, ji bo ku hilbijartinan bi awayekî aram birêve  biçin, pilaneke baş amadekiriye. Me tecrûbeyeke baş heye ya hilbijartinên 25.7.2009ê, em rê nadin bi tu awayî ew bûerên berê dubare bibin.

          Ji bilî hêzên emniyên hikûmeta herêma Kurdistanê tu hêzên din ji dervey hikûmeta herêma Kurdistanê, ji bo parastina aramiya rewşa hilbijartinan, alîkariya me nakin.

Serdar Ebdulkerîm endamê civata komsyona bala a hilbijartinan a serbixwe di axaftina xwe de got ku pêkanîna komîteya bala a parastina emniyetê dê bibe sedemê kêmbûna arîşeyan û dê bibe sedemê parastina rewşa hilbijartinan.

Back to top button