Kultur

Sûnetkirina keçan li Herêma Kurdistanê

Sûnetkirina keçan li Herêma Kurdistanê
Hewildanên ji bo parastina mafê jinan li Herêma Kurdistanê hene, rojbiroj bihêz dibin.
Li ser pirsê çalakî dibin û jin organîze dibin. Helwesta besek ji rêvebirên herêmê li ser
pirsê êrênî ye. Ev tev îsaretên pêsketinê ne, dive bê dîtin û gotin.
Lê mixabin e ku, li Herêma Kurdistanê sûnetkirina keçan didome. Rewsa keç û jinan
pê xirap dibe.

Dezgeha mafê mirovan ya navnetewî Wadi li ser pirsê çend roj berê zêdeyî 40
rûpelan, raporek belav kir (http://www.stopfgmkurdistan.org/study_fgm_iraqi_kurdistan_en.pdf).
Navenda Wadiyê li Elmanyayê ye. Li gelek deverên Herêma Kurdistanê niwêneriyên
wan hene û li wir bi pisporî xebata xwe didomînin.

Rapora Wadi bi giranî ji îstatîstîkan pêk tê. Sûnetkirina keçan û pêsketina pirsê li
herêmê ji xwe re dike mijar. Rapor bi munasebata roja navnetewî ya li dijî sûnetkirina
keçan hatiye amade kirin. Peyama Wadî di raporê de alarma xeterê dide raya gistî.
Banga xwe digihêjîne gelê Kurdistanê û cîhanê. Felaketa li Herêma Kurdistanê ji ber
sûnetkirinê hatiye sere keç û jinên Kurda, dihêne ber çavan:
“Li Herêma Kurdistanê bi gistî hejmarek mezin ji jin û keçan hatine sûnetkirin.
Li hinek deveran hejmara jinên hatine sûnetkirin gihistiye ji % 80 î. Li aliyê
Hewlêrê ji % 63, li Silêmanî ji % 78 û Germiyan ji % 81 sûnet bûne.”
Me, weke dezgeha EuroKurd Human Rights-EHR berî nûha raporek li ser pirsê, bi
hevkariya Wadi û dezgehên navnetewî belav kiribû. Li dijî sûnetkirina keçan li
Herêma Kurdistanê kampanyek mezin dabû destpêkirin. Rapora me wisa bû:
Rapora EHR bi ingilîzî: http://www.eurokurd.net/?do=publ / Genital mutilation of Southern
Kurdistan (Iraq)
Rapora EHR bi swêdî: http://www.eurokurd.net/svenska.php?do=publ / En rapport om:
Könsstympning i Södra Kurdistan (Irak)
Rapora EHR bi kurdî: http://www.eurokurd.net/kurdi.php?do=publ / Rapor: Sunetkirina keçan
li Herêma Kurdistanê
EHR li ser pirsgirêka sûnetkirina keçan li Herêma Kurdistanê mina Wadî hizir dike:
– Bûyer hetanî cihekî bi perwerdekirina keçan ve girêdayî ye. Dema hejmara keçên
xwendevan zêdetir dibe, sûnetkirina keçan nikare bi hêsanî pêk were. Keçên
xwende, sûnetkirina xwe dikin cihê pirs û lêkolînan. Perwerdeya keçan li herêmê,
adet, tore û baweriyên biyanî ku bûne bela sere civata me, napejirînin û gav bi gav ji
herêmê dûr dixînin.
Divê mecalên perwerdê ji bo keç û jinan li herêmê zêdetir bibe.
EuroKurd Human Rights – EHR
Box 50 47, 141 05 Kungens Kurva – Sweden
Malper: www.eurokurd.net
E-post: [email protected]
– Pêlkirina mafê jinan li herêmê didome. Dîskrîmînekirin û hiskayiya li dijî jinê bûye
besek ji jiyanê. Desthilatdariya mêran rê nade ku guhertin bibin. Guhertinên pêk tên û
gavên têne avêtin bersiva civatê nadin û nikarin rê li ber sîdetê bigirin.
Pir giring e ku jin cihê xwe di rêvebiriya herêmê de bigirin. Organîzasyonên xwe û
hevkariya nav dezgehan xurtir bikin. Li dijî hiskayiyê dengê xwe bilind bikin.
– Unicef organa Yekîtiya Miletan e, berpirsiyarê pirsê li herêmê ye. WHO ji pirsa
sihetê ya cîhanê berpirsiyar e. WHO û Unicef li herêmê xebatên xwe didomînin. Lê li
dijî sûnetkirina keçan li Herêma Kurdistanê gavên dihavêjin têr nake. Divê jibo
guhertinê gavên cidî bavêjin.

EHR, bi berpirsiyarên WHO û Unicefê li herêmê û cîhanê dê careke têkeve têkiliyê.
Em careke din dihênin zimên ku, dive Parlemento û Hikumeta Herêma Kurdistanê
pirsê cidî bigire. Bi rêya qanûnî rê li ber sûnetkirina keçan bigire. Pîrejinên bi
sûnetkirinê mûjil in bêne siyarkirin. Mecalên perwerdê ji bo keçan zêdetir bikin.
Zaniyariyê li ser pirsê di nava xelkê de û li dibistanan belav bikin.
Pir giring e ku, Serokê Herêma Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî û Serokomarê Iraqê
birêz Celal Talebanî li ser pirsê gavên pêwîst bavêjin.

Kampanya me ya li dijî sûnetkirina keçan li Herêma Kurdistanê didome. Divê qirkirina
li dijî hîsên jinan didome raweste. Pêwîst e ne tenê jin, mêrên Kurd jî dengê xwe li dijî
sûnetkirina keçan li herêmê bilind bikin. Dezgehên têkildar yên netewî û navnetewî
bêdeng nemînin.

EuroKurd Human Rights-EHR
Gabar Çiyan
Serokê Gistî

Back to top button