Kultur

Kursê Kurdî ji bo pêşxistina mamosteyan

Zanîngeha Rheinische Friedrich. Wilhelms a Bonnê, Amojgeha Rojhilat û Zanistiyên Asyayê- Beşê Islamnasiyê bi hevkariya Navenda Kurdî ji bo Lêkolîn û Rawêjkariya Yasayî YASA e.V. û Komeleya Xwendekarên Kurd li Bonnê RAMAN, Kursê zimanê Kurdî (Zaravayê Kurmancî) ji bo pêşxistina mamoste û axêverên Kurdiyê li dar dixe. Armanca vî Kursî ew e, ku kesên baş bi zimên dizanin kari bin zimanê Kurdî weke zimanekî biyanî bidin fêrkirin. Bi vî awayî ew kesên, ku tev li Kurs bibin, dê di dema bê de kari bin di dibistanên Elmanyayê de waneyên zimanê Kurdî weke zimanekî biyanî li dar bixin û bidin fêrkirin. Herwiha ev Kurs derfetê dide kesên, ku radeya Kurdiya wan nîvenîv e, ku kari bin di riya bûjenên (Materyelên) pêşketî re di kêmî şeş mehan de Kurdiya xwe li pêş bixin û bigihînin radeyeke bilind.
Li dawiya Kurs dê ezmûneke devkî herwiha yeka nivîskî jî hebe, ku dema bêne qezenckirin dê bawernameya (Zertefikat a Zimanê Kurdî weke Zimanekî biyanî) bête wergirtin.
Kesê, ku vê bawernameyê (Zertefikat) bi dest bixe dê kari be li hemû dibistan û zanîngehan waneyên rêzimana Kurdî li dar bixe û Kurdî bide fêrkirin.
Ji bo agahiyên firehtir, derbarê aramanc, mebest, mercên tevlêbûn û bihayên Kurs van lînkên jêrîn bitikînin:
http://www.ioa.uni-bonn.de/abteilungen/islamwissenschaft/sommerkurse 
an   http://www.raman.uni-bonn.de/deutsch/event_25.htm

EuroKurd News – eurokurd.net

Back to top button