Kultur

Erdogan hewara xwe gihand hûnêrmenda

Stanbul – Serokwezîrê Tirkiye Receb Tayib Erdogan, li Stanbulê komek hûnermen re hatba hev û hevre taştiya sibehê xwarin.  Wek tê zanîn ji berî niha Erdogan bangî hinek hûnermendên naskirî kirîbş da ku civînekî li gel wan bike û vekirina demokratîk ji wanre zelal bike.

Di civîna îro de gelek hûnêrmendên naskirî li Tirkiye hatibûn civînê. Erdogan di axaftina xwe de behsa guhertinên ku dixwazin çêbikin kir û pişgiriya hûnêrmendan xwest.

Erdoga di axaftina xwe de got : “ Hun hûnêrmendin, hûn dikarin bikevin di dilê xelkê de ji ber ku hun xîtaba dilan dikin. Ne dengê guleyan nej î dengê siyasetmedaran nikare wek starnên we tesîrê bike. Tiştek serdestita stranên we nake. Hûnêrmend neynika civatêne. “

Berdewambûna axaftina xwe de erdogan got : “ Em dixwazin çi bikin? Ji berî her tiştekî em dixwazin standartên demokrasiyê li Tirkiye bilind bikin. Em naxwazin di vî welatî de kesek yan jî gurubek xwe bi tenê bibîne. Em hemî wek rengên keskesorê bi aramî hevre bijîn. Pirsa terorê nemînê, emê bajarên  rohilatê jî binin mistevaya bajarên din yê roava û gelek projeyên pêşdebirina aborî û civakê dê bêne pêkanîn.

Di pêşvebirina demokrasi yê de me gavên gelek girîng avêtin. Hinek tiştên kul i Tirkiye kesekî newêriya behsê bike me guhertin. Me dest weşanên bi zimanê Kurdî kir. Çi bû? Qey qiyamet rabû? Emê hêja guhertina çêbikin. Qanûna ji bo zarokên ku keviran tavêjin jî emê biguherin.“
Erdoga ji hûnermenda xwest ku ew jî pişgiriya prosesa guhertinan li Tirkiye bikin.

Di civîna ku Erdogan pêkanî de, gelek hûnêrmend amade bûn ji van hinek evin. İbrahim Tatlıses, Bülent Ersoy, Seda Sayan, Sertap Erener, Erol Evgin, Ferdi Tayfur, Nükhet Duru, Kaya Han, Orhan Gencebay, Arif Sağ,Mustafa Sandal, Yavuz Bingöl, Zerrin Özer, Mercan Dede, Emel Sayın, Neşet Ertaş, Kıraç, Kubat, Emel Müftüoğlu, Murat Göğebakan, Kibariye, Bülent Ortaçgil, Nihat Doğan, Onur Akın, Sinan Özen, Mustafa Sağyaşar, Feryal Öney, Cengiz Kurtoğlu, Hakan Peker, Nuri Sesigüzel, Işın Karaca, Funda Arar, Zekai Tunca, Alişan, Hakan Peker, Şahin Özer, Ferhat Göçer û Teoman .

Kurdistan Tv jî bi logoya xwe di vê civînê de bû. Ev jî xalekê ku Kurdistan Tv.bi logoya xwe ya bi navê Kurdistanê de civînek bi vî awayî de amade dibe.

Back to top button