Polîtîk

Partiya Gel a Tirkmenî pigiriya hevpaymaniya Kurdistanê dike

Di kombûnekî rojnamevanîyê de serokê Partiya Gel a Tirkmen a Iraqê Îrfan Kerkûklî peyamek da hevwelatiyên tirkmenên Iraqê û tê de daxwaz kir ku dengên xwe bidin Lîsteya Hevpeymaniya Kurdistanê û piştgirî li nûnerên wê lîsteyê bikin, da ku di parlementoya Iraqê de mafên Tirkmenan biparêzin.
Kerkûklî di vê kombûnê de got: ” Em piştevanîyê li lîsteya 372-ê ya Hevpeymanîya Kurdistanê dikin ji ber ku Lîsteya Hevpeymanîya Kurdistanê nîşan daye ku hemû pêkhateyên wê lîsta han parêzerên mafên rûniştvanên herêma Kurdistanê ne. Her weha berbijarên wê lîsteyê nûnerên rasteqîneyên Kerkûkîyan in.” Kerkûklî her weha pesnê serkirdayetîya kurd kir nemaze serok Barzanî û serok Mam Celal, ku di hemû kombûnên li Iraqê û cihanê piştgirî li xelkê Tirkmen kirine , heta berî prosesa azadîya Iraqê herduyan jî pişgiriya tirkmenan dikir.

Back to top button