Goran û Eniya Tirkmen civîneke nehênî saz kir
Lîsteya Goran û Eniya Tirkmen li Kerkûkê civîneke nehênî pêk aniye û li bajarkê Daquqê jî herdu lîsteyan bi hev re propagandaya hilbijartinê dikin û herdu lîsteyan posterên xwe li teniştê hev daliqandine.
Li gor çavkaniyeke bawerpêkirî, roja çarşema borî li Kerkûkê civîneke nehênî di navbeyna Lîsteya Goran û Eniya Tirkmen de hatiye pêk anîn ku serokatiya Lîsteya Goranê Celal Cewher, serokatiya Eniya Tirkmen jî Erşed Salih û Saxîn Latîf kiriye.
Her weha di civînê de çend nûnerên ereb jî amade bûn.(wek Mihemed Xizir,Ebdullah Samî Asî,Mezher Asî) Lê heta nuha jî naveroka vê civînê neyê zanîn û pêşbînî tê kirin di dahatûyê de civîneke din di navbera herdu aliyan de pêk bê.
Wek tê zanîn Eniya Tirkmen bi hem hêz û karîna xwe ve li dijî berjewendiyên gelê kurd û bicihanîna madeya 140’ê û vegera navçeyên dabirî bo ser herêma Kurdistanê nemaze Kerkûkê kar dike.
(PUKMedia)