Cîhan

Obama pêşwaziya Dalai Lama kir

Serokê Amerîka Obama li qesra spî pêşwaziya serokê ruhanî uê Tîbetê Dalai Lama kir. Ji bo vê hevdîtinê Çînê helwesta Amerîka protesto kir. Piştî hevdîtinê Dalai Lama civînek rojnemevanî de dîtinên xwe gotin.

Dalai Lama da xuya kirin, ku gelê Tîbetê dixwaze di nav sînorên Çînê da bimîne, lêbelê bibe xwedî mafên xwe yên çandî be. Serokê ruhanî yê Tîbetê, ji teref  Çînê ve bi cudaxwaziyê tê tawanbarkirin.

Ev beşek ji axaftina Dalai Lama ye: “ Tîbet tixûbê xwe bi deryayê ve nîne û di hêlê aborî da gelek paş maye. Her kesek Tîbetî dixwaze Tîbet bête guhertin. Ji bo pêşketina Tîbetê di berjewendiya me de ye, ku em di nav Çînê da bimînin.Gelê Tîbet zimana xwe ya dayîkê û  kevnar heye.  Budîzma Tîbetê, ji bo budîstên cîhanê  gelek giring e.“

Berdewambûna daxuyaniya xwe de Dalai Lama bangî desthilatdariya Çînê kir û got : “ Dema hun ji aliyekî dinêrin, rastiya tevayî nabînin, û ji bo wê jî hun ne xwedî helwestekî rasteqînin.“

Back to top button