Civak

Hikûmeta Kurdistanê beşdariya kongereya îslamî dike

Birêveberê giştî yê ragihandina wezareta diyanetê Merîwan Neqşîbendî ragihand ku hikûmeta herêma Kurdistanê dê bi rêya wezareta diyanetê cara yekê, beşdarî Kongreya Navdewletî ya Îslamî bibe.

Neqşîbendî di daxuyaniyekê de got:” Piştî ku dewleta Misirê vexwandineke resmî şand hikûmeta herêmê, hikûmeta herêma Kurdistanê daweta Misirê qebûl kir. Wezîrê diyanetê dê digel şandeyeke zanayên dînî wek nûnerê hikûmeta herêmê beşdarî Kongreya Navdewletî ya Îslamî bibe.

Kongre ku Zanîngeha Ezherê saz dike, dê bi navnîşana” Amancên şer’îta Îslamî û arîşeyên serdemê” û beşdariya çend dewletên îslamî li Misirê bê sazkirin.

(KRG)

Back to top button