Rêkeftina Lîsteya Hedba û Lîsteya Şîrketa Wişeyê
Lîsteya Hedba,Esîl Nucefî û birayê wî Usame Nucefî, dijayetîkirina kurdan kirine bernameya xwe ya borî,nuha û paşerojê.
Eger li bîra we de be, durişmên propagandaya hilbijartina Lîsteya Hedbayê di hilbijartina borî de tenê tenê yek hevok bû, ew jî “ Derxistina kurdan ji Musil û derdora wê”. Ji bilî Cema’eta Girê(şîrketa Wişeyê) Kes nikare vê dijayetiya kurdan ya van şovenîstan veşêre û hincetan jê re peyda bike, çaxê ku nûnerên Şîrketa Girê(Wişe) digel birazayê Erşed Zêbarî Dildar Zêbarî ku pêdivî bi nasandina wî nîne, li ser televîzyona El Musiliye’yê derketin, Dildar ku nuha cîgirê serokê Lîsteya Hedbayê ye û di heman demê e jî cîgirê serokê civata parêzgeha Musilê ye(civata ku qebûl nekirin kurd tê de hebin ji bilî nimûneyên wek Dildar Zêbarî )
Bi rastî cihê pêkenînê ye ku nûnerên Lîsteya Şîrketa Wişeyê digel Lîsteya Hedbayê dest têkel bike û binke û baregeha Girê Wişeyê li bajarê Musilê û li taxa Denedanê ku div ê taxê de kurd nikarin tê de bijîn, bi hevkariya Esîl Nucefî û Dildar Zêbarî vekin û destê birayê mezin li pişta birayê biçûk bidin.
Çiqes giran e binav kurdek bikeve şunê kurdên ku li ser helwesta xwe y merdane destê xwe digel Hedba,Esîl Nucefî û dujminên kurdan yên li Musilê têkel nekirin.
Eger Esîl Nucefî siyaseta cotstandardiyê tetbîq nake, çima nahêlin Lîsteya Kurdistanî li Musilê kar bike ku Lîsteya Hedbayê hevkariya nûnerên Girê dike û parêzeriya baregeha wan dike. Lîsteya Kurdistanê bi wan ne baş e lê Goran bi wan baş e. Her weh Mela Krêkar û Cepheya Tirkmen jî xwedî heman helwestin li hember Girê(şîrketa Wişeyê) û Cema’eta Girê jî pêşmerge wek mîlîs û çete bi nav dike.Nuha hevarîşeyên siyasî hemû girên kor vekirin ku Cema’eta Girê pena bibe Şeytan jî normal e ku li dijî berjewendiya kurdan wek netewe û millet tev bigere, an na ma Mele Krêkar,Nucefî û Cepheya Tirkmen ew hêz in ku kurd baweriya xwe pê bîne?
Ev pirs û çendîn pirsên din jî yaxeya serên Girê digirin û bersivên wê pir zehmet e lewra eger terefdarên girê ji wan pirsan birevin dê rûbirûyê pirsên dijwartir bibin.
Cepheya Tirkmen û Lîsteya Hedba û nave pêşmerge û piştgiriya Mele Krêkar , ev hemû xalên reş û negative yên eniya serên Şîrketa Wişeyê ne.
Pirs ji bo xelk û bersiv li ba serên Girê ye.
(PUK Media)