Polîtîk

PÇDK Ligel Dû Lîstên Cûda Dibe Hevpeyman

Hewlê r- Partiya Çareseriya Demokratîk a Kurdistanê (PÇDK) di hilbijartinên Parlamena Iraqê yên 7ê adara 2010an de, serbixwe beşdar nabe, herwiha heta niha tu berendamek jî diyar nekiriye.

Derbarê awayê beşdarbûna hilbijartinan de, Cîgira Serokê PÇDKê Necîbe Umer, got: “Armanca me xizmetkirin e. Wek lîsteke serbixwe beşdarbûna hilbijartinan ji bo me zêde ne girîng e; bo me tişta girîng ew e ku piştgiriya berendamên niştimanperwer û demokratîkxwaz bikin.”
Li gor agahiyên ji navenda PÇDKê hatine ragehandin; li Silêmanî û Kerkûkê ligel Partiya Zehmetkêşan hevpeyman e û li Silêmanî  piştgiriya Qadîr Ezîz, li Kerkûkê jî piştgiriya Belên Ebdulla dikin. Li Hewlêr û Dihokê ligel Lîsta Goran, herwiha li Mûsil, Selahedîn û Diyala ligel Lîsta Hevpeymanî ya Kurdistanê hevpeyman e.

Derbarê hevpeymanbûna PÇDKê bi partiyên cûda re, Necîbe Umer bo Rûdawnetê wiha axifî: “Partiya me li gor niştimanperweriya berendeman bi partiyên din re hevpeymanî çêkir; ne li gor lîst û partiyên siyasî. Herçiqas bername, yên lîst û partiyên siyasî be jî; lê di rastiyê de, rikaberî di navbera berendaman de ye. Ji ber vêna em girîngiyê didin berendamên hilbijartinê.”

PÇDKê li her parezgehekê mercek dest nîşan kiriye û li ser wî mercî hevpeymaniyê ligel berendaman datîne. Di vî warî de Necîbe Umer got: “Tenê şertekî me heye, ew jî xizmetkirin e, me tu daxwazek hîzbî nekiriye. Herwiha alîgirê me gelek in, lê wek jimare me diyar nekirine.”

 

(Rudaw)

Back to top button