Qatilê Musa tefecî ne
Cizîr – Musa Berivan,ji bajarê Cizîra Botan bû. ji bo jiyana xwe berdewam bike şifêrî dikir. 33 salî û babê 5 zarokan bû. Di zehmetiya jiyanê ew mecbûr kiribû ku, deyna bike da ku roja xwe biqedîne. Ji hinek tefeciyan (yên pera bi faîzek zêde didin xelkê) deyn kirin. Lê di dema xwe de nekarî deynê xwe yê bi faîz şûnde bide. Tefeciyan di şûna pereyên xwe doza keça Musa ya 13 salî jê kirin. Gotin: “ Tu nikaribî pereyên me bidî emê keça te di şûnê de bibin“ Musa Berivan tu rê nedîtin, keçka wî hê zarokek bû. Dilê wî şewitî. Nikariya li himber tefeciya tiştekî bike. Musa Berivan, li mala xwe çû odeyekê derî xwe girt, benek avêt stuyê û xwe hilawêst. Bi vî awayî jiyana ji dest da.
Li Kurdistanê bi sedan, hezaran insan rewşa Musa Berivan de ne. Gelek kes mal û milkên xwe difroşin didin van tafeciyan.Hinek jê ji ber wan direvin war û milkê xwe terk dikin diçin xerîbiyê. Hinek jî nikarin tiştekî bikin û xwe dikujin . Gelek bûyerên bi vî awayî çêbûne. Ev birînek civatiye. Li Kurdistanê hinek dezgeh dest tavêjin gelek pirsgirêkan. Lê kesek xwe nêzik vê pirsê nake. Ev pirs divê bi awayekî bibe babetek ji partiyên siyasî, komeleyên civakî re, divê herkes bi awayekî dest bavêje vê pirsa ku bûyî wek nexweşiyek civatî. Divê kesên tefecî cihên wan di civatê de nemîne.Ew bêne herimandin.
Lê mixabin ew ji bo ku xwedî perene, di civatê de îtibarekî jî dibînin. Heta ev birîn newê derman kirin dê gelek kes wek Musa Berivan dawiyê li jiyana xwe bînin.
Rojevakurd/xeber