Ludford:Li Tirkiye divê reform bêne kirin
Parlementera Parlementoya Ewropa Sarah Ludford, di daxûyaniyekî de li ser rewşa Tirkiye dîtinên xwe gotin. Parlementera Ingilîzî ya Parlementoya Ewropa di derbarê bûyerên van rojan li Tirkiyê çêdibin dîtinên xwe gotin. Sarah Ludford dibêje , divê li Tirkiye reformek ya destûrî bête kirin.
Di derbarê rewşa Tirkiyê de Sarah Ludford got: “ Divê destûr bête guhertin da ku mafên gel li himber hinek dezgehan bibe xwedî demanekî. Gotinê rojanê di derbarê planên leşkerî ji bo pêkanîna cuntayek leşkerî, mirovan ne rihet dike. Divê rojek zûtirîn li himber van bûyeran reformên demokratîk bêne kirin. Di rastiya xwe de, di derbarê Dadgeha Destûrî de serê min gelek tevlîheve. Nahilê hukumet û parlemento guhertinan bike. Pirsa leşkeriyê tiştek dine. Li tu welatên modern evkas îmtiyazên leşkeran tuneye.“
Di berdewambûna daxuyaniya xwe de Sarah Ludford, got: “ Hêjî gelek kesên înkilabên lêşkerî diparêzin di nav leşkeran de zehfin. Ev yek mirov ditirsîne. Ez bawerim gelek hevwelatiyên Tirkiye jî ji vê rewşê ne rihetin. Li welatên Ewropa kesek navên serfermandaran ji xwe nizane. Evkas bandora leşkeran ne başe û cihê metirsiyek mezine.“
Sarah Ludford behsa CHP jî kir û got: “ Divê CHP partiyek modern û demokratik bûya.Lê gelek hatiye guhertin. Tikiye muhtacê muxalefetekî baştire.“