Nivîsar

Şidet encama nebûna edaletê ye

Bi amadebûna Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Kurdistanê, duhî roja duşemiyê 26.11.2012ê li bajarê Hewlêrê, konfransa berhingarbûna şideta li dijî jinan li jêr navê (Ji aşitiya malê bo aşitiya civakî) dets bi kar û çalakiyên xwe kir.

Di konfransaê de ku, nûnerê Neteweyên Yekgirtî li Îraqê, sefîrê Swêdê yê Îraqê, hijmareke wezîrên hikûmeta Kurdistanê, parlamenter, çalakvanên warê parastina mafên jinan, konsul û nûnerên welatên biyanî yên li herêma Kurdistanê û hijmareke rewşenbîran amade bûn.

Di konfransa berhingarbûna şideta li dijî jinan ku, ji aliyê konseya bala a xanimên Kurdistanê ve hatibû amadekirin, serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî peyvek pêşkeşî beşdarên konfransê kir.

 

 

Nêçîrvan Barzanî di peyva xwe de daxwaz kir ku, ew çakakiyên di 25ê vê mehêde, roja cîhanî a berhingarbûna şideta li dijî jinan, destpêkirine berdewam bin û got ku, ew vê yekê dikin ne jibo xwederxistinye li hember mediyayê:

– Lê ew ji baweriya me tê ku, bizava azadêxwaza Kurdistanê û hikûmeta herêma Kurdistanê baweriyeke timam bi mafên jinan heye. Em digel hemû azadîxwazên cîhanê dizanîn ku, bikaranîna şidetê li dijî jinan gefên cidî ne bo ser demokrasiyê. Tu sîstemek nikare demokrasî be eger derfetên yeksanî, jiyan û karkirinê bu herdu regezên nêr û mê weke hev pêkneîne.

–  Ez bawer dikim ku, hûn jî bi min re hemfikirin ku, şidet netîceyê nebûna yeksanî û edaletê ye. Em dê li hikûmeta herêma Kurdistanê bi cidî kar bikin ku, hikûmet weke advokatek çavdêriya parastina mafên jinan bike.

Serokê hikûmeta herêma Kurdistanê di berdewamiya axavtina xwe de daxwaz kir ku, kampaniyaya berhigarbûna şideta li dijî jinan bi tenê 16 roj nebin, “lê bi dirêjahiya salê weke wezîfeya xwe bizanin û berdewam bin. Pêwîste saziyên peywendîdar yên hikûmeta herêma Kurdistanê hemû bend û yasayên girêdayî parastina jinan û mafên wan li Kurdistanê cîbicî bikin.”

Her id konfransê de nûnerên Neteweyên Yekgirtî lid or kar û çalakiyên rêxistinên ser bi NY ve yên di ware parstina mafên jinan de kir û got ku, sazkirin vê konfransê diyar dike ku, hikûmeta herêma Kurdistanê giringiyê bi mafên jinan dide.

Back to top button