Me serî berda

Birek ji gurên zozana xwe dan hev û berê xwe dan serdana gurên deştê , gûrên zozana dîtin ku çi rewşek xirab bi ser birayê wan gurên deştê ve hatiye û hestî û çerm mane ji birçîbunê.

Li dem û rewşa wan pirsîn, bersiva wan bu mepirsin: bira em li vê deşta ser rast dijîn dema ku em divên êrîşekê bikin yan jî talanekê bikin şivan û sayên deştê zû me dibînin. Em ji birçîbuna û niyaza em di vê rewşa xirab dene.

Gurên zozana goti ême em di guhê çiya û şikefta dijîn em bi sukira nêçîra xwe digrin û di şikftekê de yan di ber kevya latekê de em xwe têr dikin , ne se û ne şivan nabin sedem ji mere.

Gurên deştê gotin birano me jî bi xwere bibin zozanê ji xwe em li vir ji qurim ketin ji bê xwarin. Zozaniya gotin emê we bibin lê belê destura ji şêr pêwîste da ku we li zozana bi parêze ji se û kuçika.
Deştiyan gotin em ji hemo şert û mercare amadene ku şêr me biparêze , bi hevre gihiştin zozana destur ji şêr wergirtin û çun neçîrê rastî berik sah û kuçik bûn,  ji cewra ta kuçika xwe êrîşî wa gura kirin û revî revî xwe gîhandin şer û gotin sah u kuçik derfete nadin ku em jî li vir bijîn.

Şêr berseva wan da û got ejî nema karim bi kuçika çimkî pir bûne kî rabû bû sah u kuçik.

Eve rewşa ku em gihiştinê sah u kuçik li ber şêra radibin metirsya me ewe bê hîn we çi bi serê me bê em li bendene .                                                                                                                                                                                                                                                                                                                                                              

                                                                             

Xurşîd Xelîl

[email protected]
xursid xelil facebook.com

Nerîna min :