Polîtîk

"Dev ji gef xwarinê berdin, fermo rakin destnedayîniya me"

Rakirina destnedayîniya 10 parlementerên BDPê careke din kete rojevê. Doh li ser daxuyaniya Serokwezîrê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan, ku di daxuyaniya xwe de diyar kir ku, ew ê li meclîsê destnedayîniya parlementerên BDPê rakin, mijara rakirina destnedayîniya parlementeran kete rojeva welêt.

Parlementerê Serbixwe yê Mêrdînê û Hevserokê KCDê (Kongreya Civaka Demokratîk) Ahmed Turk, li ser ekranên kanala Haberturkê bû mêvanê bernameya bi navê “Vekîrî û Zelal” û di gellek mijaran de fikr û ramanên xwe bi rayagiştî re parve kir. Di hin mijaran de Ahmed Turk wiha rojev nirxand:

“Bila her  tim me tehdît nekin”

“Dema ku em têkoşîna maf û azadiyan didin, em zanin ku li pêşberî me ji girtîgehê bigre heta rakirina destnedayîniyan, gellek astengî hene û bi vê zanebûnê em têkoşîna xwe a maf û azadiyan dimeşînin. Pêwîstî pê tine ku her tim me bi wan tiştan tehdît bike. Ew hêza wan heye, hejmara wan a zêde vê derfetê dide wan ku destnedayîniya me rakin. Di heyama Tansu Çiler de jî destnedayîniya me hate rakirin û em ketine girtîgehê.”

“Ger Tirkiye dixwaze bibe dewleteke hêzdar”

“Bi siyaseta tehdît, fişar û çav tirsandinê ne pirsgirêka Kurd çareser dibe ne jî li Tirkiyê bratiya gelan pêk tê. Em difikirin ku êdî siyaseta înkarkirinê ti hikmê xwe nemaye. Li Rojhilata Navîn bi tabloyeke gellekî tevlihev re em rû bi rû mane. Kurdên ku li vê herêmê gelekî herî qedîm û girîng in, dixwazin ku bi mafên xwe yên hiquqî ku, ji zayînê tên, li ser axa xwe, xwe di çarçoveya hiquqê de rêvebibin. Kurd dixwazin xwedî li ziman û nasnameya xwe derkevin. A rast ev e ku, ger Tirkiye siyaseteke rasteqîn bimeşîne, bi Kurdan re tifaqa xwe xurt bike, li Rojhilata Navîn wê karibe bibe dewleteke hêzdar.” 

  

Back to top button