Nivîsar

Seydayê cegerxwîn gotibû

                                 
Dema go seydaye cegerxwî li tel marûf li cem mala şêx xeznewî mela tî dikir di wê demê de barek mewîj ji wanrê hat ji serxetê.

Şêx ji seyda re got mela Şêxmûs tû van mewîja li feqeha parvik seyda feqeh civandin û ji wanre got ezê van mewîja li we par bikim ma gelo ez wek xwe parkim yan wek go xwedê gotiye.

Tevahiya feqeha daxwaz kir go mîna xweda par bik seyda hin ji wa cengik da wan û ye hina jî olçekek da wan û ji xwe ye hina neda wan.

Yên bê par man û yen ne razî çûn gilyê seyda li cem şêx kirin berseva seyda li cem şêx go feqeha wisa ji min xwestine go ez par bikim min bi ya wan kirye û min parvekirne şêx dipirsî ma te çawa parvekir mela şêxmûs go ez qurban min mîna xwedaye xwe parvekirye bê yezdanê pakî dilovan çawa dike min jî wisa kirye.

Şêx go te çê kir te pir baş kir û ji feqeha xwest go her yek here karê xwe feqehek rabû û got şêxê min go ev mîna xewda be bi sê telaqa min nema berê xwe da qublê.

Vêca di vê dema dawî de pir alîkarî him ji herêma Kurdistana azad û him jî ji der û derdorê din tevaya va alîkariya jî di dest dezgeha bilind ya rojava ye kurdisatnê de ye ya go ji tevahiya hêz û tevgera siyasî li rojava pêk tê mînaye go ew jî mîna dana xwedê pahrdikin ne mîna mirovatiye qedera va belengaza xistine destê melakî ku li gor mirîdê xwe hewedariye dike .

Tirsa me ewe kû em tev bi hevre bêjin kû hunbin ye ku me biparêzin bi telaq em nema bi kurdî mijûl jî bibin û em êl û olê jî ji ber durûtiya we bugherin .

Xûrşîd Xelîl
[email protected]
[email protected]

Back to top button