Nivîsar

Helepçe komkujiya mirovahiyê ye!

Helepçe navê komkujî û çekên kîmyewî ye.

Helepçe masum e, mezlum e, mirov e û kurd e.

Helepçe bi jan, keser û kederê û komkujiyê tê naskirin.

Çiqas Helepçe neyê yadkirin û ku di salnemeyan de neyê nivisandin jî dî dîroka/mêjû mirovahiyê de rûreşiyeke ber bi çav e ji bo mirovahiyê.

Roja 16 Adara 1988ê komkujiya Helepçê ye. Helepçe tenê ne war û welat e, mirov e.

Helepçe navê mirinê, komkujiya Kurdan û qetilkirina mafê mirovan e. Kes bi rewşa Helepçe an Kurdan nizane, yên ku li wir dijiyan an jiyan e ew teneê dizanin.

Wexta li ser Helepçe çekê kîmyawî barandin gel bê hay bûn, nizanî bûn ku zalimê xwînxar werin Helebçê; jin, kal, pîr û zarokên belengaz bikujin û him jî bi jara kîmyewiyê.

Di komkujiyê de mirovên ku li xwe hay bûn xwe spartin jî zarokên xwe ji mirinê revandin lêbelê mirin dîsa bi wan girt.

Li mal, kolan û kuçeyên Helepçê de tev laşên zarok, jin, pîr û temrên ajalan bûn.

Yên ku sax man li saxiyên xwe geriyan, neçar man nizanîbûn ku çi bikin û bi kude herin?

Yên ku Kurdan dan kuştin ne tenê Kurd kuştin, heywanên Kurdan jî kuştin. Çimkî xwediyên ajalan Kurd bûn, Kurd jê sudê digirtin.

Qêrîn û hewara bav û dayîkan, axîn û nalîna pitik û zarokan digihîşt ezmanan lê nedigihîşt mirovan.

Yên ku ber gelê Helepçê diketin û xemgîn dibûn tenê ehlê wijdan bûn lê ehlê wijdan jî neçar bûn.

Yê ku emrê tevkujiyê dabûn Sadam bû lê hemû dewlet jî şîrêkên zilma Sadam bûn, çimkî hemu dewlet, mirovahî û misliman tev lal û ker bibûn ji ber tevkujiya Helepçê, lewra yê mirî kurd bûn, Helepçe kurd bûn.

Di dema şera Bosna-hersekê, di şera Çeçenistanê , Efxanîstanê… û heta niha xuya ye ku mirov bi taybetî jî misliman ji bo Filîstinê çikirin û çi dikin.

Lê misliman ji bo Helepçê çi kirin?

Helepçe tenê ji bo wan xeber û agahî bûn. Li ser Helepçê fikir û ramanên xwe diyar nekirin, alîkarî û piştgirî nekirin lê daxuyanî jî nedan çapameniyê.

Çimkî wexta ku mijar Kurd dibe, hemu dewletên mislimanan, cemeatên Îslamê û misliman jî dibin netewperest, mirovên misliman ayetên Xwedê û gotinên Hz. Muhammed “…bawermend tev bira ne”, “..aliyê birayên xwe yên mislimanan bikin” û Xutbeya Xatirxwestinê… tev ji bîra kirin.

Yên ku mafê mirovan jî diparêzin ji wan re jî bibûn malzeme. Yekitiya Miletan jî bibû koma îstastistîkê, kar û menfeta xwe mêze dikir.

Li pişt komkujiya li Helepçê ne tenê Kurd mirin, mirovahî jî mir.

Helepçe ji bo wijdana mirovahiyê û biratiya mislimanan! rûreşiyeke dîrokî ye. Çimkî ji bo Kurda dest ji heş, wijdan û ola xwe berdan.

Gotineke Ustad Saîdê Kurdî(Bedûzzeman heye “Ji bo zaliman bijî cehennem”

Paşa Amedî

 

Back to top button