Wezîrê Derve yê Amerîkayê Johnn Kerry bi rêya telefûnê peyvendî bi Serokê Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî kir.

Di vê peyvendiya han de Wezîrê Derve yê Amerîkayê hevdem ligel diyar kirina kêfxweşiya xwe ya li hember asta peyvendiyên heyî yên di navbera Amerîka û Kurdistanê de tekez li ser xwesteka Amerîkayê ya ji bo bihêztir kirina wan peyvendiyan kir.

Nav hatî di berdewamiya axaftinên xwe de behsa rewşa siyasî ya Îraqê û çawetiya nizîkatî kirin li hember ev qirîza han ya li Îraqê kir.

Li hember de jî Serok Barzanî pîrozbayiyên xwe pêşkêşî Kerry kir ku, weke Wezîrê derve destbikar kiriye û hêviya serkeftinê jê re xwest.

Serokê Kurdistanê di berdewamiya axaftinên xwe de rewşa Îraqê ji Johnn Kerry re rave kir û helwesta Hikûmeta Kurdistanê jî ya li hember qirîza han diyar kir.
Di dawî de jî Wezîrê Derve yê Amerîkayê tekez li ser vê yekê kir ku, peyvendiyên heyî vê berdewam bin.(KTV)

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: