Polîtîk

Şeşo:Em nahêlin Bexda ti hêzekê bişîne Şingalê

Behsa wê yekê tê kirin ku Bexda bo girtina Şingalê û wan nevçeyên ku dikivin ser sînorê Sûriyê dixwaze hêzeke leşkerî bişîne Şingalê. Fermanderekî Hêzên Pêşmerge jî dibêje em li dijî wê yekê ne û tekez dike ku eger şandina wê hêzê bi razîbûna Serok Barzanî û Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî nebe, bi ti awayekî ew nahêlin ku ew hêz bê Şingalê.

Qasim Şeşo, Fermandarê Hêzên Pêşmerge li Şingalê ji malpera KDP.info re ragihand: “Behsa wê yekê tê kirin ku Bexda bo girtina Şingalê û wan nevçeyên ku dikivin ser sînorê Sûriyê dixwaze hêzeke leşkerî bişîne Şingalê, lê em wek Hêzên Pêşmerge û xelkê navçeyê em rê nadin hêzên Iraqê. Herwiha em rê nadin ti hêzekê ku nêzîkî Şingalê bibe. Herwiha Şingal dikeve navçeyên madeya 140 û li gorî yasayê Bexda nikare hêza xwe bişîne wan navçeyan.”

Wî fermandarê Hêzên Pêşmerge wiha domand: “Piştî rizgarkirina Celewla û Sediyeyê ji çekdarên DAIŞê, niha hêzên Iraqî naxwazin derkevin û vê yekê kêşe ji kurdan re çê kiriye, lewma eger hatin Şingalê dê heman kêşe çê bibe û bi hêsanî ji navçeyê dernakevin.”

Back to top button