Polîtîk

Divê Amerika arikariya zêdetir bike

Di hevdîtinekê de ligel Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî de, Balyozê Amerîkayê li Iraqê jibilî diyarkirina dilxweşiya xwe, pîrozbahiya serkefinan li Hêzên Pêşmerge kir û xemîgîniya xwe bo malbatên şehîdan diyar kir. Herwiha tekez kir ku, welatê wî li ser piştevania Kurdistanê berdewam dibe

Balyozê Amerîkayê li Iraqê Stîward Conz îro beriya nîvro serdan Serokwezîrê Hrêma Kudistanê Nêçîrvan Barzanî kir.

Di wê hevdîtinê de, pêwendiyên Herêma Kudistanê û Amerîkayê, rêkeftina dawî ya di navbera Hewlêr û Bexdayê de, pêşhatên dawî ên şerê li dijî DAIŞê, alîkariya Amerîka û hevpeymaniya navdewletî bo Herêma Kurdistanê, qonaxên bên ên şerê Mûsilê û azadkirina wî bajêrî, hevkarî û hevahengiya di navbera hêzên Iraqê û Hêzên Pêşmerge de, herwiha çend pirsên din hatin nirxandin.

Balyozê Amerîkayê li Iraqê jibilî diyarkirina dilxweşiya xwe, pîrozbahiya serkefinan li Hêzên Pêşmerge kir û xemîgîniya xwe bo malbatên şehîdan diyar kir. Herwiha tekez kir ku, welatê wî li ser piştevania Kurdistanê berdewam dibe.

Herwiha Serokwezîrê Kudistanê jî spasiya Balyozê Amerîkayê li Iraqê kir li ser wê serdanê û pesnê Amerîka û hevpeymania navdewletî jî kir û daxwaz jî kirk u zêdetir alîkariyê leşkerî û miovî pêşkêşî herêma Kurdistanê bikin.

 

Back to top button