Civak

Divê hemû navçe ji DAÎŞê bêne pakij kirin

Mesûd Barzanî Serokê  Kurdistanê pêşwaziya Fale Feyaz Şêwirmendê Asayîşa Nîştîmaniya Iraqê kir.

Di destpêka hevdîtinê de Fale Feyaz Şêwirmendê Asayîşa Nîştîmaniya Iraqê ji bo wan serkeftinên hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê li bereyên ceng de dijî rêxistina terorîstiya Da’îş bi dest ve aniye pîrozbahiyê li Serok Barzanî kir û rola serkirdayetî û amadebûna Serok Barzanî ya li bereyên ceng de bilind nirxand û bi sedemekî yekalîkerê serkeftinên Pêşmerge li dijî Da’îş da zanîn.

Li hevdêtinê de rewşa meydanî ya bereyên rûbirûbûna terorîstên Da’îş û her wiha serkeftinên hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê xistin ber behs û di derbarê şikestên rêxistina terorîstiya Da’îş li parêzgeha Enbar û Diyala jî guftûgo kirin.

Her li vê kombûnê da tekez li ser azadkirina hemû navçeyên jêr desthilata Da’îş û yarmetîdana koçberan ya ji bo vegerandina wan ya cihên wan kirin.

Li beşekî dinê vê kombûnê da çawayiya rûbirûbûna terorîstan li qonaxên pêşde û peywendiyên siyasî û hevkariyên emnî û serbaziyên di navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê de hatin nirxandin.

480

Back to top button