Civak

Sesaxî ji Bo kek Mesud Barzanî

SERSAXI JIBO KEK MESÛD BARZANI Û MALBATAWÎ

Bi rêz kek Mesûd Barzani
û Seroke Dewleta Federal à Kurdistane

Ez ji bo rahmetiya Dayika we Hemayil xan, hevjina seyday nemir Mele Mustafa BARZANI, cefekar, emekdara mezin, ji Dayika Hamayil xan’a hêja wek Dayika xwe êşa we parvedikim.

Biraye hêja, ez sebrek mezin ji xweda, jibo we û hemû malbata we’re dixwazim.

Rahmetiya Hemayil xan, Dayika we dayikame hemû Kurda bû, ku ew di tevayiya berdewamiya jiyana xwe’da bi gelek cefekari, li hember hemû astengiyên dijwar, li çol, çiyan, maciri û zor, zilm, girtin û kuştin kêşa, lê ew di sedsala xwêy derbaskiri’de bi berxwedanek bi rûmet, ser berz û laiq jibo Azadiya welat, gelê Kurd û Kurdistan, bi hev riye xwe re, refe gelê xwe re, li hember zordara wek her Dayikekî Kurda bi sebir, bi xebat û aheng, bi hêvî û bi şirên xwey spî û hêlal heta dawiya emrên xwe bi sadiqîyek ser bilind meşand û heta roja dawi, di wesyeta xwey berya koça dawi da jî, ji bo malbata xwe, gelê xwe Kurda pişgiriya hev, birayetiya hev, yekbuna wan ji zaruk, torinên xwe, ji me hemû Kurda xwest û hevikir.

«  Pişti şina se roj, cenabe Serok bi rêz kek Mesûd Barzani di beyane xwe da got û bahskiri : Wesyeta Dayikamin, Pişti wefata Dayika min, pirtir bû sebebên dilgermi, başi û geşkirina yekitiya  nav Kurda. »

Dayika mukades hamayil xan pişti wefata xwe,  yek jê erka serketina gelê Kurd di yekbûna wî daye bo me şiretkir. Dayika hêja Hamayil xan, Gelek Spas ji bo wê wesyeta teyi hêja !

Ez bi hûrmet û hêviyek mezin, ku em hemû Kurd jibo bi destxistina hemu maf û berjevendiyên netewa Kurd û Kurdistan wesyetên Dayika Hemayil xan û dayikên mey hemû esirên netewa Kurda em binin cîh, da ku rûhên hemû Dayikên me û Şehîden me, di bihişta gulên sorda ew şad bimînin.
.
Cardin bi xemgini, bi dil, hûrmet û rahmetek gelek mezin ji Dayika were dixwazim, serê we,  malbata we û gelê we Kurdistan bila saxbe, ew Dayika me Kurda hemûyan bû, xweliya we nerm, cihewê di nav bihişta gulên sor melekada û rûhê wê bigije Seydaye nemir
Mele Mustafa BARZANI.

Bi rêz, hûrmet û silavên birayeti.
Şûayib ADLIG

02 / 08 / 2011

Back to top button