Polîtîk

101 pasportên sexte hatin girtin

 Duhî birêvebirê balefirxaneya navnetewî ya Silimanyeyê di presskonferansekê de ragihand ku, di destpêka sala 2011an de heta dawiya meha 7 a îsalê zdetirî ji 101 pasportên sextet hatine girtin.

Herwesa birêvebirê balefirxaneya navnetewî ya Silimanyeyê di presskonferansekê ew yek jî got ku, ji destpêka sala 2011an heta niha hijmareke zêde welatîyan xwestine ku, bi passport û belgeyên sextet bi rêya balefirxaneya Silimanîyê ji Kurdistanê derkevin, lê di dema kontirolkirinê de sextetbûna belge û pasportên wan hatiye îsbatkirin.

Birêvebirê balefirxaneya Silimanyeyê daxwaz ji welatiyên Kurdistanê kir ku, pişta xwe bi belge û pasportên sextet rast nekin ji berku, li balefirxaneyên Kurdistanê amêr dezgehên moderin yên tesbîtkirina sextetbûna belge û pasportan hatine damezrandin. (KTV)

Back to top button