Polîtîk

Li parlametoya Kurdistanê "Stop Iran"

Şandeyeke kampaniyaya Îran rawest (stop Iran) serdana parlamentoya Kurdistanê kir û ji aliyê Kemal Kerkûkî serokê parlamentoyê ve hat pêşwazî kirin.

Şandeya kampaniyaya Îran Raweste ji 50 rêxistin û komeleyên medenî pêk tê û bi awayekî medenî dixebitin û ji bona rawestandina topbarankirin adeverên ser sînor zixtê li ser Îranê zêde bikin çalakjiyan encamp didin.

Şandeya navborî di civîna bi serokê parlamentoyê re daxaz ji Kemal Kerkûkî serpkê parlamentoya Kurdistanê kir û ji bona rawestandina topbarana leşkerê komara Îslamiya Îranê bi cidî bixebitin û helwestekî dijwar li dijî Îranê nîşan bidin.

 Ji aliyê xwe ve Kerkûkî topbaran arteşa “îslamî” ya deverên ser sînorên herêma Kurdistanê şermezar kir û got ku xebatên parlamentoya Kurdistanê hevahengî digel parlamentoya Îraqê ji bona rawestandina topbarana gundên Kurdistanê berdewam in.

Weke tê zanîn eve çend heftiyeke leşkerê Îrana îslamî bi berdewamî gundên herêma Kurdistanê yên ser sînor topbaran dike û ji bilî zirarên madî heta nuha çend hevwelatî jî hatîne kuûtin.
Ya ecêb jî div ê pirsê de ewe ku heta nuha hikûmeta Îraqê ya bi serokatiya Nurî Malikî tu helwestên eçkere û cidî li dijî toparana Îranê nîşan nedaye

Back to top button