Nivîsar

Vegera birêz Kemal Burkay

Vegera birêz Kemal Burkay

Berîya Kemal Burkay, ji welatê Swêdê vegerê Tirkîyê bi rojekê 30.07.2011, civînek xatirxwestinê ji alîyê hevalên wî ve li Stockholmê paytexta Swêdê hat li darxistin. Li darxistina civînek bi vî rengî jî pêwist bû, ji ber, Kemal Burkay nêzîkî 32 salan li welatê Swêdê wek penaber jîyabû. Kurdên ku Kemal Burkay li Swêdê nasnekirina tunebûn. Ên ku ew nedîtibûn jî navê wî û xebata wî a bi dehên salan ku temenê xwe têde derbas kiribû bihîstibûn. Civîna xatirxwestinê ji bo kurd hevdû bîbînin û ji çûna Kemal Burkay re bibin piştpal gelekî girîng bû. Civîna xatirxwestinê a ku li Stockholmê pêkhat, dilhêzîyek û şewqek da Kemal Burkay. Şewq û dilhêzîya di civîna xatirxwestinê a li Stockholmê û pêşewazîya wî li Sitanbolê ku bi coşek mezin ji alîyê xelkê ve hat kirin, hêvîya Kemal Burkay a vegera wî bihêztir kir.

Dema ku Kemal Burkay, ji bo vegera xwe hilbijart jî demek gelekî bi keys û tije derfetin. Di rêvebirina desthilatdarîya Tirkîyê de ku bi dehên salan di bin fermana leşkeran de birêve diçû, bi timamî jî nebê guhertinên mezin di rola xerab a leşkeran de hatinin kirin. Roj bi roj tesîra leşkeran li Tirkîyê di rêvebirina dewletê de kêm dibê. Aparata leşkerîyê tê xuyayîkirin ku wê bi rêvebirina sivîl ve bê girêdan û têkevê bin fermana wezareta bergirîyê. Ev guhertinek gelekî mezin û gavek berbi xurtkirina desthilatdarîya sivîl ve ye. Kêmkirina tesîra leşkeran di desthilatdarîya birêvebirina dewletê de hesanîyekê ji bo xebat û tevgera kurdan a demokratîk bixwere tînê holê.

Heta niha û hêjî kultura şer û pevçûnê li Tirkîyê, di astek bilind deye. Egera herî mezin a vê kulturê, destdirêjayîya leşkeran dîrek, îndîrek di rêvebirina desthilatdarîya Tirkîyê debû. Hêjî li Tirkîyê prosesa aşîtîyê, demokrasîyê li gor normên xwe nehatîye bidestxistin û nehatîye holê. Prosesa  ku hatîye destpêkirin di normin erê û nayê deye. Makzagona heyî jî rê nadê prosesek li gor normên demokrasîya di wateya xwe de. Xwendin û perwerdeya bi zimanê kurdî li gor makzagonê hêjî qedexeye. Hebûna zimanê kurdî hê di yasêyê de bicih û war nebûye. Gelek kar û xebat hê ji bo amadekirina bidestxwexistina prosesa pêkanîna normën demokrasîyê gerek e. Ev jî divê herkes bixebitê ku di parlamentoyê de makzagonê bi hawayekî dadwerî ji bo mafên kurdan, tirkan û mînorîtetên din bê guhertin.

Kar û xebat divê li gor kirîterên Kopenhangê ku mercin ji bo welatek bibê endamê YE yê bên kirin. Xalek din ku karê hinek sergîjîyan bînê holê eve ku kurd di meseleya ji derveyî kurdan, yanî problema ereb, cerkez, aşûrîyan û ên wek wan de serê xwe gelekî neêşînin. Ji ber problema me têra me dikê û geleke jî. Di vir de, meseleya înternasyonalîzimê gerek em deynin alîyekî û ji bo destkevtinên nirxên neteweyê kurd bi xebitin û hewildanan bidin. Li Tirkîyê û li alîyê Kurdistanê, hê meydan a çek û pevçûnê ye. Meydan, ne meydana aşîtîyê û demokrasîyê ye di roja îro de. Ev meydana nexweşî têde hatîye qirikê ne bê pîlan û hema ji ber xwe ve çêbûye.

Di rewşekê de ku ev hel û mercên nenormal li holênin, vegera birêz Kemal Burkay, teqize wê tesîrekê pozîtîv ji bo pêkanîna normalîzekirina rewşa heyî bikê. Bi kêmanî hewildanên wî ên ji bo tapkirina metodên pêkanîna aşîtîyê û pêwendîyên wî ên bi xelkê re wê hest û ramanên gelek kesan bihêz bikê û dîtinekê û metodekê nuh beyda bikê. Kemal Burkay, nêzîkî 32 salan e ku li welatekî wek Swêdê dijî û li gelek welatên Ewrûpayî jî gerîyaye û dîtîye, bûye xwedîyê tecrûbeyên gelekî bi nirx û termînolojîyek modern. Ez serkevtinê ji bo birêz Kemal Burkay dixwazim.

Felemez Akad       2011 08 01 Swêd

Back to top button