Civak
Wan: 3 leşker hatin kuştin
Li gora agahdariyên medya Tirkî, li Wanê li devera qeza Başkalê, êrîşek birin ser karwanek otomobilên leşkeran. Di encam de 3 leşkera jiyana xwe ji dest da û 3 -ê jî birîndar bûn.
Herweha di vê êrîşê de qeymekamê qeza Başkale û himayek wî jî birîndar bûne. Piştî vê bûyerê leşkera dest operasyonek berfireh kirin.Heta niha ji aliyê çekdarên PKK-ê ve di vê derbarê de tu daxuyanî nehatine dayin.