Dosya

Parlamentoya Îraqê doza kurdên feylî bi jenosêd qebûl kir

Parlamentoya Iraqê  îro bi piraniya dengan tawanên ku li hemberî kurdên feylî hatine kirin, wek jenosîd nas kir.

Di rûniştina îro de  parlamentoyê biryar deng li ser dosyeya kurdên feylî da û bi piraniya dengan  tawanên ku ji aliyê rejîma jinavçûyî ya Beasê ve li hemberî kurdên feylî hatine kirin, wek jenosîd qebûl kir.
Ev biryara parlamentoya Îravê  bi piştevaniya dadgeha Îraqa Federal hate dayîn ku berê jî, dadgehê ev doza wek Jenosîdê bi nav kiribû.

Di nîsana sala 1980ê de rejîma berê ya Iraqê bi sedan hezar kurdên Feylî (kurdên şîî yên Iraqê) bi hinceta “dilsozê Îranê ne” bo zorê koçber kirin û li ser sînorê navbera Iraq û Îranê niştecî kirin û paşî nasnameya Iraqê ji wan stand.

Partî, sazî û rêxistinên feylî aşkere dikin ku rejîma berê ya Iraqê 500 hezar kurdên Feylî bi zorê koçber kirine û 17 hezar ciwanên wan jî winda kirine.

Back to top button