Civak

Serokwezîr Zumar ji wêraniyê rizkar kir

Berpirsekî îdareya Zûmarê ragihand ku, Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, nahiyeya Zûmarê ji cihekî wêran guhert bo cihê jiyanê. Herwiha niha rewşa nahiyeyê pir baş e û % 70ê ji welatiyan vegeriyane û di jiyaneke xweş de ne.

Derbarê serdana Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî bo navçeya Zûmarê, Rêveberê Nahiyeya Zûmarê Mizahim Silêman ji KDP.info re ragihand: “Serokwezîrê Kurdistanê di serdana xwe de bo navçeya Zûmarê soz da me ku di demeke zû de xizmetê vegerîne navçeya Zûmarê û derdora wê û şûna şer li wir nehêle. Herwiha fermana çend pirojeyekî girîng bo navçeyê derxist.”

Mizahim Silêman wiha got: “Serokwezîr Barzanî li wir serdana Hêzên Pêşmerge yên li navçeyê kir, ku ew serdan pir bi bandor bû li ser moralê wan. Em spasiya wî dikin li ser van alîkariyan û li ser vekirina van pirojeyan, ku nahiyeya Zûmarê ji cihekî wêran guhert bo cihê jiyanê.”

Silêman wiha domand: “Niha rewşa nahiyeya Zûmarê û derdora wê pir baş e û aram e û % 70ê ji xelkê vegeriyane ser malên xwe û niha navçe ji şûna şer paqij bûye û niha rewşa jiyanê asayî bûye.”

Balkêş e ?
Close
Back to top button