Cîhan

Pêwendiyên PDK û Îran pêşve diçin

Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) peywendiyên xwe ligel Îranê asayî dike, berpirsê peywendiyên niştimanî û iraqî yê PDKê jî tekez dike ku başbûna peywendiyên wan ligel Îran di berjewendiya Herêma Kurdistanê de ye û ew peywendiyên li ser bingehek tenduristin.

Çavkaniyeke agehdar ji peywendiyên dîplomasî û siyasî yên PDKê ji BasNewsê re tekez kir ku, niha roj bi roj peywendiyên PDKê û Îranê baş dibin, ew yek jî girêdayî ji hev nêzîkbûna Amerîka û Îranê ye, ji ber ku niha Amerîka rasterast danûstanê ligel Îranê dike wek beşek ji proseya rûbirûbûna DAIŞê, di wê derbarê de jî peywendiyên baş di navbera Amerîka û Îranê de hene.

Çavkaniya BasNewsê aşkere kir ku “Di vê rewşê de bi nêrîna PDKê, Îran lîstikvanekî mezin ê navçeyê ye û nikare dest jê berde, dibe ku ji ber hinek nakokiyên neteweyî û pêwîste wan arîşeyên ku beşek ji wan ji aliyê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) hatine drustkirin, bi rêya Îranê çareser bike.”

Endamê Encûmena Serkirdatiya PDKê û Berpirsê Peywendiyên wê yên Niştimanî û Iraqî Ehmed Kanî, ji BasNewsê re tekez li ser başbûna peywendiyên ligel Îranê û hebûna hevahengiyê ligel wî wlatî bi rêya Hikûmeta Herêma Kurdistanê.

Ehmed Kanî got: “Her peywendiyeke baş a PDKê, bêguman dê bandora wê li ser rewşa Herêma Kurdistanê hebe, lê em hemû aliyekî piştrast dikin ku peywendiya me ligel yan ligel her welatekî din, bi ti awayekî ne li ser pişta çi aliyekî din e.”

Back to top button