Polîtîk

Fedekariyê bikin nebin asteng

 
DAXUYANÎYA  ÇAPEMENÎYÊ

Di roja 10-01-2015 ê vê mehê de derdora 120 siyasetmedar û rewşenbirên Kurd li Midyadê civînek li darxistibûn. Mebesta vê civînê beriya her tiştî yekrêzî û hevdûgirtina kes, kom, rêxistin û partiyên sîyasî bû. Parti û komên ku ji PDK hatibûn avakirin îro ne li cem hevdu bûn. u parçe parçe  bûn. Lawaz bûn û bersiva pirsgirêkên netewî û sîyasî baş nedidan. Mebesta civîna me ya bi taybet ev bû; li ser bingehê netewayetî û demokrasiyê avakirina rêxistineke yekgirtî bû.

Komisyona ku hatibû peywirdar kirin di 17 û 18 ê vê mehê de li Diyarbekirê hevdîtin lidarxistin. Hemû rêxistin, kom, kes û partiyên ku me xwestibûn bi wanan re hevdîtinan çêbikin, me ew dîtin. Hemû kesan û rêxistinan  piştgirtin û rêzgirtina xwe ji bona armancên komisyonê dîyarkirin û kêfxweşiya xwe anîn ziman.

Bi piraniyeke xurt hemû beşdaran hest û ramanên xwe dîyar kirin û amadebûna xwe ji bona biserketina vê mebestê anîn ziman. Tu derdoran mebesta yekrêzbûnê û bi hevdu re xebatkirinê red nekirin. Tenê li ser formûla vê hevdûgirtinê hinek dîtinên cuda hebûn. Ev jî tiştekî normal e û bêşik bi wextê re wê bistewe, bi kemile û havên ê  xwe baş bigire.

Ewên ku doza netewa Kurd di dilê wana de hebe divê li gora berjewendiyên netewî tevbigerin. Fedakariyê bikin û nebin asteng  li pêşiya vê yekitiyê. Bi avakirina vê yekitîyê re wê hemû kes cihên xwe yên xwezayî û siyasi bibin. Herkes li gora xebat û jêhatbûna xwe, li gora keda xwe wê di nava refên yekîtiyê de bibe xwedi rûmet.

Hevditin u serlêdan didomin ,  bi hêvî  daxwazê yekîtîyê  u siyaseteke şefaf u paqij ji milletê Kurd re pêwîste.

Emê weke komisyon li benda mirovên kurdperwer, welatperwer û demokratin ku bi hemû haweyan piştgirtiyê bidin vê xebatê.

19-01-2015

 KOMİSYONA ÎNÎSİYATÎFE YEKÎTÎYÊ

Back to top button