Polîtîk

Serokwezîr: Divê herkes rastiyê qebûl bike

Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê  Kurdistanê,  pêşwazî li Anges Mekî konsulê giştiyê nû yê Birîtaniyayê li herêma Kurdistanê kir û bi minasibeta destbikarbûnê weke konsulê nû yê Birîtaniyayê li herêman Kurdistanê pîrozbayî lê kir û hêviya serkeftinê jê re xwest.

Konsulê nû yê Birîtaniyayê got ku, ew bi dîdara serokwezîr û destbikarkirinê li herêma Kurdistanê kêfxweş e.  wî di axaftina xwe de behsa serdana Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê herêma Kurdistanê bo Birîtaniyayê û serdana wezîrê karê derve yê Birîtaniyayê bo herêma Kurdistanê kir û kêfxweşiya xwe nîşna da ku, wezîrê derve yê Birîtaniyayê ji nêzîk ve rewş û pêşkeftinên herêma Kurdistanê dîtin.

Li gor konsulê Birîtaniyayê kabîneya nû a hikûmeta herêma Kurdistanê ku, kabîneyeke bingeh firehe wê yekê nîşan dide ku, herêma Kurdistanê li ser rêyeke rast diçe. Konsulê Birîtaniyayê tekîd kir ku, serdana Nêçîrvan Barzanî bo Londonê serdanke giring bû û ew serdan nîşana hebûna têkeliyên bihêz yên navbera Kurdistan û Birîtaniyayê ye. Piştî serdanên navbera London û Hewlêrê, niha têkelî di hemû waran de di navbera her du aliyan de bihêztir in.  Birîtaniya pabendî wê bernameyê  ku, di dema serdna sewrokwezîrê Kurdistanê bo Londonê û serdana wezîrê derve yê Birîtaniyayê bo Hewlêrê hat bû amade kirin, dibe. Serokwezîrê Birîtaniyayê jî li hember wan serdnanên navbera London û Hewlêrê dilxweş e.

Serokwezîrê Kurdistanê û konsulê Birîtaniyayê

Di dîdarê de behsa pirosesa siyasî, rewşa amnî û pêşhatên nû yên Îraqê hat kirin û Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê herêma Kurdistanê got ku;  li ber ronahiya rewş û pêşhatên nû yên Îraqê her tişt hatiye guhertin, divê bi awayekî nû li têkeliyên navbera Hewlêr û Bexdayê bê nêrîn, herêma Kurdistanê bi wê yekê re ye ku, pirosesa siyasî li Îraqê ber bi pêş ve biçe daku, bikare lihevhatinek bo pêkvejiyanê bê holê û mekanîzmek bo awayê peywendiyên paşerojê yên navbera Hewlêr û Bexdayê bê dîtin.

Barzanî got ku, terorîst ji bo hemû aliyan gef in û yaku li Îraqê diqewime destpêka qonaxeke nû ye û pirensîp û awayê pirsan hatiye guhertin, ji ber hindê her miamileyek digel reşa îro bê kirin divê ew rastî li ber çavan bê girtin ku, rewş hatiye gihertin.

Di dawiya civînê de, rewşa penaberên li herêma Kurdistan hat behis kirin û konsulê Birîtaniyayê tekîd li wê yekê kir ku, berê jî û niha jî Birîtaniya alîkariya penaberan kiriye û dike û dê li ser hevkarîkirina wan berdewam be.

Back to top button