Serokê Ukraynayê li Tirkiyê ye
Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelenskiy ji bo ku bi Serokomarê Tirkiye Recep Tayyîp Erdogan re hevdîtin bike hat Enqereyê.
Zelenskiy li Balafirgeha Esenbogayê ji aliyê Wezîrê Bazirganiyê Omer Bolat ve hat pêşwazîkirin.
Wezîrê Bazirganiyê Omer Bolat di daxuyaniya xwe ya li ser hesabê xwe yê medyaya civakî da wiha got: “Me li Balafirgeha Esenbogayê pêşwaziya Serokomarê Ukraynayê birêz Volodymyr Zelenskiy ku li ser vexwendina Serokomarê me Recep Tayyîp Erdogan bi serdaneke fermî hatiye welatê me. “Em hêvîdar in ku ev serdan bibe alîkar ji bo pêşxistina peywendiyên di navbera her du welatan de û aramiya gelên her du welatan.”
Zelenskiy di daxuyaniya xwe ya li ser hesabê xwe yê Xê da ragihand ku ew ji bo serdaneke fermî hat Enqereyê da ku li ser mijara pevguhertina girtiyan û ewlehiya xwarinê gotûbêj bike.