Civak
Helwesta Serokatiyê li ser reftarên artêşê li hember cotkarên kurd
Derbarê reftarên çend endamên artêşa Iraqê li hember cotkarên Kurd yên li devera Kerkûkê, roja duşemê 17.02.2025ê, birêz Dilşad Şehab Berdevkê Serokatiya Herêma Kurdistanê ji malpera Serokatiya Herêma Kurdistanê ra ragihand:
Em bi temamî wan reftaran red dikin û nayên qebûlkirin. Serokatiya Herêma Kurdistanê ji nêzîk ve ew pirs şopandiye û daxwaz ji rayedarên pêwendîdar kiriye ku tedbîrên pêwîst li hember encamderên vê reftarê bigirin û rê li ber dûbarebûna wê yekê bigirin.
Berdevkê Serokatiya Herêma Kurdistanê her wiha got: Kiryarên bi vî rengî ziyanê digihînin jiyana hevbeş û aştiya civakê û pêwîste hemû alî van cure tevger û reftaran red bikin û tawanbaran mehkûm bikin û sizayên yasayî li ser wan bisepînin.