Polîtîk

Serok Nêçîrvan Barzanî digel Cîgirê Wezîrê Derve yê Îranê civiya


Birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, roja duşemê 17.02.2025ê li bajarê Hewlêrê, pêşwazî li birêz Mecîd Text Rawancî Cîgirê Wezîrê Derve yê Komara Îslamî ya Îranê û şandeya pê ra kir.

Di civînê da, her du aliyan tekez li ser pêşdebirina têkiliyên Komara Îslamî ya Iranê bi Iraq û Herêma Kurdistanê ra û berfirehkirina hevkariyên hevbeş di wan waran da yên ku ji bo her du aliyan giring in û bi tayetî di warê aborî da. Herwesa di derbarê rêkeftina ewlehiyê ya di navbera Iraq û Îranê da ji bo parastina ewlehiya sînoran û rola û hevkariya Herêma Kurdistanê di vê derbarê da nêrîn û ramanan danûstandin kirin.

Serok Nêçîrvan Barzanî balkişand li ser wê yekê ku, Herêma Kurdistanê hertim dixwaze bibe faktora aştî û aramiyê li navçeyê û tu carî nabe çavkaniya metirsî û nearamiyê bo ser welatên cîran. Herwesa behsa giringiya peywendiyên Herêma Kurdistanê bi Komara Îslamî ya Îranê li ser bingehê cîrantiyek baş û berjewendiyên hevbeş kir.

Piştî hevdîtinê Serokê Herêma Kurdistanê û Cîgirê Wezîrê Derve yê Îranê di civîneke çapemeniyê ya hevbeş da behsa naveroka civînê kirin.
Serok Nêçîrvan Barzanî got:

Ez bi germî bixêrhatina birêz Dr. Mecîd Text Rewançî Cîgirê Wezîrê Derve yê Komara Îslamî ya Îranê bo Herêma Kurdistanê dikim. Me tekezî li ser giringiya peywendiyên xwe yên dîrokî yên bi Komara Îslamî ya Îranê ra kir ku li ser bingeha cînartiya baş û berjewendiyên hevbeş hatine avakirin. Komara Îslamî ya Îranê ji bo Herêma Kurdistanê û Iraqê hertim şirîkekî girîng bûye, em spasiya piştevaniya Îranê bo Herêma Kurdistanê di qonaxên cuda da dikin.

Em li Herêma Kurdistanê di wê baweriyê da ne ku peywendiyeke bihêz û hevseng di navbera Iraq û Komara Îslamî ya Îranê da ji bo bihêzkirina aramiya navçê pêwîst e. Iraq û Herêma Kurdistanê hertim hewl dane ku peywendiyên xwe bi welatên cîran ra, bi taybetî bi Komara Îslamî ra li ser esasê rêzgirtin, berjewendiyên hevbeş û hevkariyên di hemû waran da ava bikin.

Me tekezî li ser giringiya bihêzkirina hevkariyên hevbeş yên Îranê digel Iraq û Herêma Kurdistanê ji bo bidestxistina ewlehî û aramiyê û berfirehkirina hevkariyên di hemû warên cuda da ji wan aborî, bazirganî, çandî û ewlehiyê kir.

Em careke din tekez dikin ku, Herêma Kurdistanê dê bibe faktora aştî û aramiyê li navçeyê û rê nade ku bibe cihê metirsiyê li ser welatên cîran bi taybetî li ser Komara Îslamî ya Îranê.

Me, di vê dîdarê da, tekezî li ser pêşxistina peywendiyên aborî yên digel Komara Îslamî ya Îranê kir û me pabendbûna xwe di çarçoveya wê mekanîzma ji bo ewlehiyê hatiye danan ku dê bibe alîkar ku Iraq û bi taybetî Herêma Kurdistanê nebe metirsî li ser ewlehiya Îranê dupat kir. Careke din em bi germî pêşwaziya Cîgirê Wezîrê Derve yê Îranê dikin ku yekem care serdana Herêma Kurdistanê dike.

Birêz Cîgirê Wezîrê Derve yê Komara Îslamî ya Îranê di axavtina xwe da got:

Bi navê Xwedayê mezin û dilovan, ez gelek kêfxweş im ku îro li Herêma Kurdistana Iraqê bi we ra me. Min duhî, ji bo gotûbêjên siyasî digel Wezareta Derve ya Iraqê, serdana Bexdayê kir û me digel berpirsên Iraqê di warên cuda da di navbera her du welatên cîran da gotûbêjên gelek baş pêk anîn ku, gelek hevbeşiyên me hene.

Ez îro danê sibê li Hewlêrê me û me digel berpirsên Hikûmeta Herêma Kurdistanê, digel birêz Mesûd Barzanî û birêz Mesrûr Barzanî gotubêjên baş kirin û niha jî di xizmeta birêz Nêçîrvan Barzanî da me û em gelek spasiya pêşwaziya germ ya wan dikin.

Me îro weke du welat, welatên cîran Iraq û Îranê, gelek mijarên baş gotûbêj kirin, wek min got gelek hevbeşiyên me bi Herêma Kurdistanê ra jî hene, hevbeşiyên me yên di warê çandî, olî, ziman, dîrokî û şaristanî da hene, ev hemû wisa dikin ku em peywendiyên xwe ji berê bihêztir bikin. Di gelek warên cuda da hevkeriyên me hene bi taybetî di ware aborî da û em dikarin gelek karên din bi hev ra bikin.

Di hevdîtinên xwe yên îro yên li Hewlêrê me digel welatê cîran behsa mijarên aborî kir û bi awayekî xwezayî em dê her di vê çarçoveyê da li ser xebatên xwe yên di warê geştyarî û ezmûna kar di navbera her du hikûmetan da berdewam bin. Gelek qadên baş hene ku em dikarin ji bo xurtkirina têkiliyên di navbera gelên her du aliyan da bikar bînin.

Mijara ewlehiyê yek ji wan mijaran bû ku me gotûbêj kir û em dê bişopînin û em di wê baweriyê da ne ku ewlehiya Iraqê ewlehiya me ye. Ewlehiya Herêma Kurdistana Iraqê ewlehiya me ye û ji bo çareserkirina pirsgirêkên ku hene divê em destê xwe bidin hev.

Ji bo pêşwaziya birêz Nêçîrvan Barzanî û berpirsên din yên Herêma Kurdistanê spasiya wan dikim û em hêvîdar in ku ev gotûbêj berdewam bin.

Back to top button