Polîtîk

Heyeta Îmralî li Silêmaniyê serdana Bafil Talabanî kir

Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Talebanî diyar kir ku Pirsgirêka Kurdan bi çekan çareser nabe.

Heyeta DEM Partiyê ya Îmraliyê bi serokatiya Pervîn Buldan û Sirrî Sureyya Onder îro li Silêmaniyê bi Serokê YNKyê Bafil Talebanî û Alîkarê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî re civiya.

Bafil Celal Talebanî li Silêmaniyê heyeta Îmraliyê pêşwazî kir. Di civînê de endamê Polîtburoya YNKyê Qubad Talebanî jî amade bû.

Piştî civîna ku li navçeya Dabeşanê pêk hat, YNKyê daxuyaniyeke nivîskî belav kir.

Serokê YNKyê piştgiriya xwe ji bo pêvajoyê anî zimên û got:

“Em piştgiriyê didin her hewla ku mafên gelê Kurd li Tirkiyeyê diparêze. Wekî YNKyê ji bo serkeftina vê pêvajoya dîrokî em amade ne her tiştê ji me tê bikin.”

Li gorî daxuyaniyê, di civînê de heyeta Îmraliyê silav û peyama Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan gihand Serokê YNKyê Bafil Talebanî.

Heyetê her wiha derbarê pêşketinên siyasî yên herêmê, pêvajoya aştiyê ya li Tirkiyeyê û hevdîtinên xwe yên bi Abdullah Ocalan re agahiyên berfireh dan.

Back to top button