Polîtîk

MSD, HSD û Rêveberiya Xweser civînek pêkanî

Kurtasiya naveroka  civîna Konseya Sûriyeya Demokratîk , bi Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û Rêveberiya Xweser re.

Xalên herî girîng ên ku li ser hatine lihevkirin:

1. Lihevkirin ku (HSD) û saziyên ewlehiyê yên girêdayî Rêveberiya Xweser di nava pêkhateya artêşa Sûriyê de bên yekkirin.

2. Ji nû ve aktîvkirina saziyên sivîl û xizmetguzarî yên girêdayî dewletê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê

3. Vekişîna “çekdarên biyanî yên ne-Sûrî” ji nav refên Hêzên Sûriyeya Demokratîk û herêma bakur û rojhilatê Sûriyê, weke pêngavek ji bo bihêzkirina serwerî û aramiya niştimanî.

4. Zêdekirina hevahengiyê bi hikûmeta Sûriyê re û xurtkirina civînan ji bo pêşxistina hevkariyê di mijarên neteweyî de.

5. Tekezkirin  li ser yekitiya Sûriyê

6. Rêkeftin ji bo hêsankirina vegera aware û koçberan bo bajar û gundên xwe, di heman demê de dabînkirina mercên jiyanê yên guncaw.

7. Pîrozbahî û vexwendina Serok El-Şara bo serdankirina Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo xurtkirina peywendiyan.

8. Mîkanîzma cîbicîkirina xalên lihevkir; Komîteyên hevbeş ji hemû aliyan bêne avakirin ji bo pêşxistina pilan û mekanîzmayên cîbicîkirinê ji bo misogerkirina bibandorkirina wan xalan.

Back to top button