Nivîsar

Serokê Şêwirmendên Netewî

 

Bê şik di vê konaxa nazik de hewcedarî bi serokatiya Kek Mesûd Barzanî heye. Kek Mesûd xwediyê helwesteke netewî û demokrat e. Mirovekî maqûl e. Ev jî bala cihanê dikêşine ser xwe. Ji ber wilo divê demildest Kurdên netewî xwe li dora kek Mesûd Barzanî kom bikin; bi fikir, raman û projeyên xwe alikarîya cenabê kek Mesûd bikin. Divê kek Mesûd li seranserê Kurdistanê weke serokê netewî were pêşewazî kirin û ji çarçova beşekî Kurdistanê were rizgar kirin. Kurdên Bakur, Rojhilat û Rojava jî hewcedariya wana bi tecrübe, dîtin, fikir û helwesta kek Mesûd heye. Ev hewcedarî jî divê asta fermîbûnê derkeve û bikeve astake civakî, kulturî û rewşenbîrî.

Kek Mesûd Barzanî divê derkeve qada netewî ji bona hemû Kurdan! Bibe serokê kurd û Kurdistanê. Ji ber ku îro welatên Dinyayê, saziyên navnetewî û raya giştî rêzdar serok Mesûd Barzanî weke serokê netewî dipejirîne, tevgera netewî li hemû parçeyên Kurdistanê jî dîsa serok Mesûd Barzanî weke serokê xwe dizane. Li Rojhilata Navîn jî, di nava hemû derdorên siyasî de, dîsa heman nêzikbûn heye. Ji ber van sedeman divê kek Mesûd weke serokê netewî him di doza Kurdan de û him jî di pêwendiyên navnetewî de derkeve pêşberi raya cîhanê…

Ji bona ku tevgera netewî xwe ji pêşeroja Kurdistanê re baş amade bike, hewcedarî bi serokatiya Kek Mesûd Barzanî heye. Ev tiştekî eşkere ye û divê gelek caran were dubare kirin. Divê ev rastî demildest were pejirandin. Li seranserê Kurdistanê hewcedariya welatê me ya bingehîn îro ev e. Ev hewcedarî divê zelal were formüle kirin, di nava Kurdan de koka xwe vede û rêhê xwe berdê nava ax û derûniya Kurdistanê. Divê em li seranserê Kurdistanê bibin xwedanê serokekî netewî. Ji ber ku ev ji bona pêşeroja Kurdistanê pirsa man û nemanê ye. Serokekî netewî ji miletê Kurd re pêwistîyek e, temsîlîyetek e, lezgînîyeke derûnî ye. Bi her haweyî pewistîyeke siyasî ye jî. Lê weke hemû serok û reberên dinyayê, di vê formasyonê de jî hewcedariya Kurdan bi komek şêwirmend heye. Ango serok û şewirmend bi hevdû re bibin saziyeke netewî, rewşenbîrî û civakî.

Ev saziya netewî divê bi beşdarbûn, hevbeşbûn û pejirandina her çar parçeyên Kurdistanê were ava kirin. Saziya şewirmendan divê daîmî be, her ku valayî çêbû divê şûna kesan were dagirtin. Her parçe li gorî giranî û hejmara xwe kesên ku xwediyên taybetmendiyên şewirmendiyê ne pêşkêşî raya Kurdî bikin. Ev sazî divê ji siyasetmedaran, entelektuelan, rojnamevan, nivîskar, hunermend û pisporan ava bibe. Navenda vê saziyê ji divê li Kurdistana Başûr be.

Baş e. Çima ez kek Mesûd di vê mijarê de didim pêş? Ez bi kurti bibêjim;

Eşkereye ku mafê hemû kesan heye ku di vê mijarê de hinek navên din jî pêşneyar bikin. Di destpêka niqaşên de divê mirov li her kesî gûhdar bike û di dawî de bigîhêje dîtineke hevbeş. Di vê mijarê de hevbeşbûna netewî biqasî pirsa serokatî û şewirmendan pirseke giring e. Heke emê qala netewayetiyê bikin divê em weke Kurd hergav qala hevbeşbûnê jî bikin. Ji ber ku netewayetî hevbeşbûn e, xak e, ziman e, pêşeroj e…

Hılbet ez di vê mijarê de tenê dîtina xwe pêşkêşî raya Kurdan dikim. Bi raya min mirovê ku Serokatiya Şewirmendên Netewî bike, divê di helwesta xwe de netewî be, girêdayî niştimanê xwe be, xwedan tecrûbeyên Kurdistanî be, di qada navnetewî de jî wilo hatibe pejirandin.

Di rewşa îro de ji kek Mesûd û pêve ez bahwer nakin ku tu siyasetmedarên din karibin bi vê erka netewî rabin. Ev bareke têra xwe giran e û berpirsyarîyekî mezin dixwaze. Ji bona ku em karibîn aqilekî hevbeş û netewî biafirînin hewcedarî îro bi saziya şêwirmendên netewî heye û ez dubare dibêjim; namzetê serokatiya şêwirmendan jî divê kek Mesûd Barzanî be. Dîyarê ku Kek Mesûd ji nûha û pê de tu erka wî ya fermî nemaye, ew ji fermîtîya xwe rizgar bûye, lê hîna jî di pirsên siyasî de mirovekî çalak e, helwesteke netewî birêve dibe, ji ber wilo jî ew dikare bihêsanî vê peywira xwe bicîh werine û bi rêbazên maqûl Serokatiya Şewirmendên Netewî bike…

De îca kerembikin, di vê mijarê de gotin azad e…

Şerefxan Cizîrî                               

 

Back to top button