Polîtîk

Ocalan: Tirk û Kurd beyî hev nikarin bijîn

Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan radigihîne: Siyaseta derve û navxwe ya Tirkiye û Suriyeyê girêdayê hev in û ji hev cûda nabin.

Ocalan vê hefteyê jî digel parêzerên xwe li ser pirsa Suriyeyê axifî û ji bo çareseriyê, pêşniyara demokrasiya xwecihî kir. Lê divê demokrasiya xwecihî di yasaya bingehîn de were mîsogerkirin. Li gor Ocalanî siyaseta derve û navxwe ya Suriyeyê girêdayî hev in û ji hev cûda nabin.

Rêberê PKKyê herwiha amaje dike ko tirk û kurd beyî hev nikarin bijîn. Kurd bêtirk, tirk jî bêkurd nikarin hebin. Yekbûna kurd û tirkan dê ji bo xelkên rojhilata navîn riya jiyaneke demokratîk û aşitiyane veke.

Hevdîtina Ocalan û parêzerên wî 2 roj berê çêbûbû.

Back to top button