Serokê MHP-ê li Rihayê bû
Serokê MHP-ê Devlet Bahçelî li Rihayê bû. MHP-ê li bajarê Rihayê li Meydana Topçu xwepêşandanek darxist. Bahçelî di vê xwepêşandanê de axaftinek kir. Axaftina xwe de rexneyên giran li hukumetê kir û got: “ Serokwezîr digota hun nikarin ji Sivasê derbas bibin. Binêre niha em li Urfayê ne“
Bahçelî di berdewambûna axaftina xwe de, dijê kurdan û dijê vekirina demokratik peyamên dijwar dan. Herweha di axaftina xwe de got: “ Em bostek axa xwe nadin kesekî, kesek nikare welatê me û miletê Tirk perçe bike. Em Tirkiyene û Tirkiye jî emin.“
Dixweyê hêdî mixalefeta ku dijitiya kurdan bi hemi awayî dike, li bajarên Kurdistanê bersiva vekirina demokratîk didin. Herweha dohî serokê CHP-ê Denîz Baykal jî li Sêrtê bû. Baykal cardin bi wî uslubê xwe yê hişk dijê vekirina demokratîk axivî û hukumet rexne kir.