Peyama serok Barzanî li dor encamên hilbijartinan
Ev li jêr teksta daxuyaniyê ye:
Roja înê ya bihurî, Komîsyona Bilind a Hilbijartinan a Serbixwe ya Iraqê encamên dawîyê yên hilbijartina parlamentoya Iraqê ragihand.
Em bi vê minasebetê, bi pêwîst dizanin ku careke din spasiya xelkê Kurdistanê, navçeyên veqetandî û kurdên li derveyî welêt bikin ku, bi coşeke mezin beşdarî hilbijartinê bûn û herwesa em pîrozbahîyan arasteyê wan lîsteyan jî dikin yên ku baweriya dengderan bi dest anîn.
Tevî çendîn kêmasî û sextekariyan li hin cihan, nemaze li Mûsil û qezaya Hewîceyê, bi awayekî giştî prosesa hilbijartinê bi başî bi rê ve çû.
Em bi dîqat li bûyeran dinêrin û di çend rojên dahatû de jî em dê digel aliyên serkeftî rûnin û helwesta fermî ya herêma Kurdistanê bi xelkê Iraq û herêma Kurdistanê re rabigihînin.
Mesûd Barzanî
Serokê herêma Kurdistanê
28.3.2010