Polîtîk

Du lîsteyên parezgera Musil li Tirkiye dicivin

Serokê lîsta Biratîya Neynewa Xesro Goran di vê derbarê de ji PNA re da xuyakirin, ku vê instituta Amerîkayî bi alîkarîya balyozxaneya Amerîka ya li Baxdadê daxwaz kirine, ku ev herdu lîst li Istanbolê guft û goyan bi hevdu re bikin.

Xesro Goran di vê derbarê de got: “ Ev danûstandinên han du beş in, beşek jê ji bo arêşeya navbera lîsta Hedba û lîsta Biratîya Neynewa ye û beşek jî, ji bo beşdarbûna di xoleka (korseka) rahînanê ya hemû endamên encûmena parêzgeha Neynewa ye. Ev xola han jî di bareya demokrasîyê û kar û barên encûmenan de ye.
Xesro Goran weha jî got: “ Helwestê me bi xwe rohn û aşkira ye, em ne bi ewê çendê re ne, ku alîyên din li paş guh bikevin, siyaset tekalî bihê kirin û hinek alî bihên dûrxistin.. divê prensîpên Iraqa nû ya federal pêk bihên û divê rêzgirtina lîsta Hedba li Mûsilê ji kurdan re hebe, ji ber kurd li Mûsilê 01/03 yên hevwelatîyên evê parêzgehê ne.

Back to top button