pdk: 1 ynk: 2 goran: 3
Berpirsê Dezgeha Hilbijartinan a PDK-ê Cefer Îbrahîm ji AKnewsê re wiha got, “PDK’ê ji koma 43 kursiyên Lîsteya Hevpeymaniya Kurdistanê 29-30 kursiyan bi dest aniye, her wiha YNK’ê 12-13 kursiyan bi dest aniye.
Îbrahîm wiha berdewam kir, “Ew kursiya qerebû ku ber Lîsteya Hevpeymaniya Kurdistanê ketiye egera zaf heye ku bi Fuad Mesûm bête dayîn ji ber ku dengên pêwîst bi dest nexistiye”.
Hevpeymaniya Kurdistanê ku lîsteya YNK’ê û PDK’ê û 11 partiyên Kurdistanî ye, di hilbijartina dewra duyem a Parlamentoyê de beşdarî kir û niha piştî Lîsteya Iraqiye û Dewleta Yasa û Yekgirtiya Niştimanî di pileya 4’an de tê û 43 kursî bi dest xistine.
Balavbûna dengên LHK, li gora partiyan li Kurdistanê bi vî awayî ye:
Li Hewlêrê:
– PDK 306.775 deng bi dest ve anîye û deh (10) kursîyên hevpeymanîya kurdistanî li Hewlêrê hene, ku neh (09) ji wan PDK ne û yek (01) ji wan YNK ye. Ev jî navên wan in:
1- Azad Ebûbekir Zeynel
2- Ehmed Hesen Feydullah Osman
3- Sebrî Derwêş Umer Ezîz
4- Rewez Mehdî Xoşnaw
5- Samî Ebdulfettah Ebdulletîf
6- Şiwan Muhemmed Taha Derwêş
7- Se`îd Resûl Huseyn Resûl
8- Şilêr Ezîz Ehmed Huseyn
9- Nesrîn Enwer Reşîd
10- Jîn Ismayîl Salih kandîda YNK ye.
Li Duhokê:
– PDK 283.069 deng bi dest ve anîye û kandîdên Duhokê hemû ji PDK ne. Ev jî navên wan in:
1- Hemîd Adil Yezdîn Ehmed
2- Ferhad Emîn Selîm Umer
3- Qasim Muhemmed Qasim Selman
4- Subhî Silêman Feqê Nebî
5- Mu`eyyed Teyyib Ehmed
6- Perîzad Şe`ban Muhemmed Ehmed
7- Mehdî Hacî Îsa Umer
8- Mehdî Yûsif Ni`met Merwan
9- Cola Hacî Ymer Ehmed
Li Silêmanîyê:
– PDK 82.360 deng bi dest ve anîye û navên kandîdên Silêmanîyê yên hevpeymanîya kurdistanî jî ev in:
1- Ferhad Resûl Goran Ezîz ji YNK ye.
2- Macid Muhemmed Ismayîl Macid ji YNK ye.
3- Adil Ebdullah Hemed Mustefa ji YNK ye.
4- Burhan Muhemmed Ferec Ebbas ji YNK ye.
5- Saman Fewzî Umer Muhemmed ji YNK ye.
6- Mehmûd Elî Osman ji PDK ye.
7- Lane Muhemmed Elî Ebdurrehman ji PDK ye.
8- Eşwaq Necmeddîn Ebbas Muhemmed Caf ji PDK ye.