Polîtîk

Namiq: Kurd Nabe Çaverêya Tiştekî Ji Elawî Bike

 Berpirsên Lîsta Iraqiye ya Eyad Elawî û Dewleta Yasa ya Nûrî Malikî dibêjîn bo pêkanîna hikûmeta dahatû nerînên wan û Kurdan nêzîkê hevin. Çavdêrên siyasî yên Kurd jî, Serkirdayetiya Kurd ji metirsiyên hevpeymanîkirinê ligel lîsta Elawî agahdar dikin.

Derbarê pêkanîna hikûmeta dahatû ya Iraqê de Endamê Parlamenê Iraqê li ser Lîsta Dewleta Yasa İzet Şabender, bo Rûdawnetê ragehand: ‘’Di warê daxwaz, mercên gotûbêjan û hevpeymanîkirinê de Kurd, Lîsta Dewleta Yasa û Îtîlafa Niştimanî nêzîkî hev in. Lewra egereke bihêz heye ew hersê lîste hikûmeta dahatû pêk bînin.’’

Lê Eyad Elawî hevpeymanîkirina ligel Kurd karekî asan dibîne û di vê derbarê de bo Rojnameya Wall Street Journal a Amerîkî wiha diaxife: ‘’Hevpeymaniya ligel Kurd karekî asan dibe, jiber peywendiyeke me ya bihêz û kevin ligel Serkirdayetiya Kurd heye.’’

Ji aliyekî din ve Siyasetmedarê Kurd Cewher Namiq Salim, derheqê Elawî de bo Rûdawnetê got: ‘’Elawî-yekî dost û hevkar, hevpeymanî Salih Mutleg, Nicêfî û Haşimî, bi paşxan û baweriya fikrê neteweperestiya radîkal, perwerdeya Hizba Baas a Sedam û nêzîkê wî dîktatôrî bi xwe, di warê mezhebî de Şî’e û bi îdîaya lîberal û têkelî kenalên herêmî û Amerîka divê Kurd çaverêya çi jê bike.’’

Cewher Namiq wiha dirêjî bi axaftina xwe da: ‘’Ji mêj ve diyardeya piştgiriya Amerîka li Elawî, Mutleg, Haşimî û Nicêfî ne tiştekî veşartiye.’’ Lê di heman demê de li gor Cewher Namiq; ‘’Tiştê mantiqiye ew e ku postê serokwezîr ji destê aliyê Îslamî yê Siyasî yên Şî’e dernekeve. Berevajiya vê çi bi plan yan bê plan rewşa Iraqê naramtir dibe.’’

 

 

(Rûdaw)

Back to top button