Cîhan

Li Moskova teqînek xwekujî

Moskova – Li Gora agahdariya bejedarê wezareta rewşa avarte Veronika Smolskaya dayin, li metroya nava nawenda Moskovayê li istasyona Lubyanka teqinek çêbû û di  vê teqînê de, 22 kesan jiyana xwe winda kir. Ev istasyona metroyê nêzikî baregeha berê ya KGB û niha ya FSB ye. Herweha li gora agahdariya Smolskaya, piştî 45 deqiqeyan li istasyona metro ya  Park Kultury teqînek din çêbû. Ew bawerdikin ku jinek xwe kuj bombe li ser laşê xwe teqandiye.

metro_moskova_teqin_651699885.jpg

Rayadarên Rusya ji bo vê bûyerê di alarmê de ne, televiyona CNN li gora hinek agahdariyên ji malperên Çaçaniyan wergirtî da xûyakirin ku hinek grubên çaçanan li vê bûyerê xwedî derdikevin. Lê ev xeber  heta niha ji teref CNN bi xwe jî nehatite piştrastkirin.

 

Back to top button