Baransu: Bila Başbug bê himber min..
Mehmet Baransu, rojnemevan û nivîskare. Li rojnama Taraf kar dike. Gelek belgeyên ku rojeva siyasî ya Tirkiye guhertîn, ji teref Baransu ve hatine destxistin û belav kirin. Gelek nûçeyên ku Baransu nivîsîn bûne sedemê gengeşeyên mezin li Tirkiye. Heta radeyekî Baransu bû sedemê gelek helwestan ku dadwerî û hukumetê dijê rêxistinên tarî de girtin.
Gelek belgeyên di derbarê rêxistina terorist ya Ergenekonê, ji teref Baransu ve hatin eşkere kirin. Niha jî Mehmet Baransu di derbarê van bûyerên tarî de û rêxistinên di nav hêzên çekdar yê Tirkiye de û herweha planên ku ji bo parastina statukoyê,ku leşker dikin hemî di pirtukî de kom kirine. Navê pirtuka Baransu KARARGAH(BARÊGEH) e.
Baransu di hevdîtinekî li gel rojnemevanan de dibêje ku, her tişta min gotî û nivîsî, çi belgeyên min di rojnama Tarafê de belav kirîn hemî rastin û ez bi hemî awayî amademe ku di her platformê de wan biparêzim û rastiya wan ispat bikim. Mehmet Baransu gelek ji xwe ewleye. Dibêje: “ Bila serfermandarê leşkerî Başbug kerembike derkeve pêşmiqabilê min û inkara tiştên min gotî yan nivîsî bike. Ew di nav gelek tiştandeye, ji van plana hemiyê agahdare. Ew baş dizanê ku em rewşa wî dizanin çeweye.“
Mehmet Baransu dibêje: “ Plana têkbirina hukumeta Ak-Partiyê û cemaeta Gulen jî rastiyeke, imza di bin vê planê de imza Dursun Çîçek bi xweye. Îlker Başbug vê dizane. Lê piştî eşkere bû lê xwedî dernakeve..“
Hevdîtinek ya xwe li gel televizyona kanal 7-ê Baransu dibeje: “ Ew belgeyên min teslîmê dadgehê kirîn hemî rastin û ji xwe li gora wan belgeyan hinek general hatin girtin û niha li girtîgehêne. Fermana hemî planan ji ba Başbug bi xwe ye“
Dixweyê pirtuka Mehmet Baransu dê demek dirêj di rojeva siyasî ya Tirkiyê de cihek girîng bigire û bête minaqeşekirin. Pirtuk wek komek belgename û nirxandine. Di vê pirtukê de mirov gelek vekirî rewşa dezgehên tarî di nav dewlet û taybetî di nav leşkeran de bibîne.
RojevaKurd