Polîtîk

Deriyê Başmaxê ser sînorê Kurdistan û Îranê 24 seetan dê vekirî be

   
       
Duhî Berhem Ehmed Salih serokê hikûmeta herêma Kurdistanê bi hevalbendiya Kerîm Sincarî wezîrê navxwe, Bayîz Talebanî wezîrê darayî, Behroz Mihemed waliyê Silêmanî û çend berpirsên din ên hikûmetê serdana qezaya Pêncwênê kir.

Di yekem westgeha serdana xwe de serokê hikûmetê li xala sînorê Başmaxê digel şandeyeke bilind a bajarê Kirmaşan û Sineyê ya bi serokatiya Îsmaîl Necar waliyê Sineyê civiya.

Di civînê de gotûbêj li ser rewşa aborî û bazirganî ya navbera her du aliyan hate kirin û cext li ser xurtkirina wan pêwendiyan hate kirin. Herweha biryar hate dayîn ku di ayîndeyek nêzîk de xala sînorê ya Başmaxê 24 seatan vekirî bimîne û sê pirên mezin ji bo hêsankirina hatin û çûyînê bên avakirin.

Di civînê de mijarên wek avakirina navçeyeke pîşasazî ya hevbeş û danîna masterplanek ji bo zêdetir firehkirina xala sînorî ya Başmaxê hatin rojevê.

Paşê Behroz Mihemed waliyê Silêmanî û Îsmaîl Necar waliyê Sineyê bi mebesta gotûbêjkirina hûrgiliyên xalên civîna navbera serokê hikûmetê û şandeya îranî, civîneke duqalî saz kirin.

Piştî civînê serokwezîr Salih serdana avahiha qeymeqamiya qeza Pêncwênê kir û digel qeymeqam û hejmarek berpirsê hikûmî û hîzbî civiya.

 

(KRG)

Back to top button