Polîtîk
Angela Merkel serdana Tirkiye dike
Enqere -Serokwezira Almanya Angela Merkel, li gel şandeyek mezin û gelek karsaxên Almanî serdana Tirkiye dike. Angela Merkel du roja li Tirkiye li gel serokkomar û serokwezîrê Tirkiye hevdidina dike. Berî Angela Merkel, serdana Tirkiye bike hinek minaqeşe bi rêya medyayê di nav wê û Erdogan de çêbûn.
Wek tê zanîn Almanya naxwaze Tirkiye bibe endamê Yekitiya Ewropa û ew dixwazin Tirkiye bi şirîkatiyek taybet pêwendiyên wan li gel Yekitiya Ewropa hebe. Tirkiye dijê vê dîtina Almanyaye. Herweha , nêzikî 3 milyon tirk li Almanya dijîn û ev yek jî giringiyekî dide pêwendiyên Tirkiye û Almanya.