Cîhan

Seroka jin a DAIŞê li Mûsilê hat girtin

Hêzên ewlehî yên Iraqê ragihandin ku serkirdeya jin a DAIŞê ya ku di nav rêxistinê de bi navê Xensa tê naskirin, li Mûsilê hatiye girtin. Hat ragihandin ku 2 kurên jina girtî endamên El Qaîdeyê ne û kurek jî endamê DAIŞê ye.

Ajansa Îstixbarata Leşkerî ya Wezareta Berevaniya Iraqê ragihand ku serkirdeya jin a DAIŞê ya bi navê “Xensa” li Mûsilê hatiye girtin. Hat diyarkirin ku di derbarê jina DAIŞî de biryara girtinê heye û wê bi cezayê muebetê yan jî cezayê darvekirinê bê darizandin.

Li gor tê gotin; Xensa têkiliyên wê yên xurt bi DAIŞê re heye û gelek caran bi rêveberên payebilind ên rêxistinê re hevdîtin pêk aniye.

Back to top button